Fireksiyona YNK daxwaza beşdarbûna hemû endaman dike ji bo rûniştina hilbijartina serokkomar
Îraq 02:40 PM - 2026-04-10
PUKMEDIA
parlemento
Fraksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di Parlamentoya Îraqê de
tekez li ser pêwîstiya lidarxistina civîna parlamentoyê ya siba Şemiyê 11ê
Nîsana 2026an, ku ji bo hilbijartina Serokê Komarê ye kir. Fraksiyonê tekez kir
ku nelihev kirina nabe bibe sedemek ji bo astengkirina bicihanîna pêdiviyên
destûrî.
Di daxuyaniyekê de ku PUKMEDIAyê kopiyek jê wergirtiye de,
fraksiyona parlamentoyê ya YNKê bang li hemû endamên Parlamentoyê kir ku ji bo
pêkanîna daxwazên gel û xurtkirina pêvajoya siyasî beşdarî rûniştinê bibin.
Naveroka daxuyaniya fraksiyona YNKê wiha ye:
Di nav vê rewşê heyî yê ku welat pê re rû bi rû ye û di
bersiva pêdiviyên destûrî yên ku gelê Îraqê li bendê ye, fraksiyona YNKê di
Parlamentoyê de tekez li ser pêwîstiya lidarxistina civîna parlamentoyê ya siba
Şemiyê dike, ji bo temamkirina girîngtirîn hewcedariya destûrî girêday
hilbijartina Serokê Komarê. Ji bo çareserkirina vê mijarê dem hatiye dayîn.
Nakokî divê nebe sedemek ji bo astengkirina temamkirina pêdiviyên destûrî, ku
kevirê bingehîn ê çalakkirina saziyên dewletê û misogerkirina aramiya siyasî û
aborî ne.
Derengxistina qedandina posta serokwezîrê nû dewletê felç
dike û dibe sedema komkirina dosyayên aborî, xizmetguzarî û ewlehiyê ku
rasterast bandorê li jiyana welatiyan dikin. Welatiyên Îraqî ji Encûmena
Nûneran hêvî dikin ku berpirsiyariyên xwe yên destûrî bicîh bîne da ku
pirsgirêkên ku Îraq hem li hundir û hem jî li derveyî welat pê re rû bi rû ye
çareser bike, şert û mercên jiyanê baştir bike û derfetên kar biafirîne.
Ji ber berpirsiyariya neteweyî, fireksiyona YNK di parlementoyê
de ji hemî endamên parlementoyê dixwaze ku beşdarî rûniştina sibê, roja Şemiyê,
11ê Nîsanê bibin, da ku hêviyên gelê me bicîh bînin û pêvajoya siyasî û
demokratîk a ku li ser xwîna paqij û qurbaniyên gelê me ji bo Îraqê û azadiya
welatiyên wê hatiye damezrandin, xurt bikin.
Fireksiyona Parlementoyê ya YNKê
10ê Nîsana 2026an
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
01:58 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
Li Silêmaniyê roja duyemîn ya SuliFest didome
09:42 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

