Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27
PUKMEDIA
Herêma Biyare li parêzgeha Helebçe
Desteya
Geştiyariyê ya Îraqê pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê
berbijêr kiriye ,sê ji van gundan li Herêma Kurdistanê ne,armanca projeyê ew e
ku geştiyariyê li Îraqê bi awayekî domdar pêş bixe.
Elî Yasîn Ebdul Reza, berdevkê Desteya Giştî ya Geştiyariyê ya Îraqê, ragihand
ku,pêvajoya namzedkirina pênc gundan di bin destpêşxeriya Gundên Geştiyariyê
yên Herî Baş yên 2026an a Rêxistina Geştiyariyê ya Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî
de qediya.
Derbarê ew gundên
ku hatine berbijêrkirin de,ragihand ku: Biyare li parêzgeha Helebçe, Rewandz li
Hewlêrê, Hirur li Duhokê, Mêrkî li Neynewa, Ebû Subat li Zîqarê, ew pênc
herêmên ku berbijêr in.
Berdevkê Desteya
Giştî ya Geştiyariyê ya Îraqê wiha rave ki :namzedkirin beşek ji destpêşxeriya Rêxistina
Geştiyariyê ya Neteweyên Yekbûyî ye ji bo destnîşankirina 100 gundên
geştiyariyê yên herî baş yên cîhanê, ji bo vê armancê, komîteyê tîmek teknîkî di
asta herî bilind ya pisporiyê de ava kiriye û serdana gundên Îraqê kiriye,piştî
gotûbêjkirina pîvanan, ji bo pênc gundan dosyayek berfireh hatiye amadekirin.
Di dawiyê de jî; Elî Yasîn
Ebdul Reza, berdevkê Desteya Giştî ya Geştiyariyê ya Îraqê, tekez kir ku,armanca
vê pêngavê ew e ku geştiyarî li Îraqê bi awayekî domdar pêş bikeve.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

