Li Silêmaniyê roja duyemîn ya SuliFest didome

Kurdistan 09:42 AM - 2026-06-27
Festîvala SuliFest li parka Hawarî Şar ya Silêmaniyê Kanal 8

Festîvala SuliFest li parka Hawarî Şar ya Silêmaniyê

Silêmanî

Festîvala SuliFest ku mezintirîn festîvale li ser astê Îraq û Herêma Kurdistanê ye, dê roja duyemîn li (Parka Hawarî Şar) a Silêmaniyê were lidarxistin û dê heşt rojan bidome, ku tê de zêdetirî 100 çalakiyên cûda dê werin pêşkêş kirin.

Festîval dê taybet be bi pêşkêşkirina kar û çalakiyên tevahiya çandên cua û dahênanan ku bi beşdariya hejmarek ciwanên ji Silêmaniyê, Herêma Kurdistanê û Îraqê, kompaniya û karsazan were lidarxistin. Festîval dê heşt rojan bidome û dê heta 3ê Tîrmeha 2026an rojane ji demjimêr 4 heta 12`yê şevê kar çalakî birêve biçin.

Armanca sereke ya `SuliFest` ew e ku bi qasî ku pêkan e geştiyaran bikişîne Silêmaniyê, ku tê payîn zêdetirî 500 hezar kes sardana festîvalê bikin.

Di heman demê de, festîval li çar deverên sereke dabeş dibe, ku pêktên ji: Devera sereke (170 kompanî), devera şanoya romanî ya piçûk, devera zarokan û devera kolanan, bi tevahî 270 kompanî û marke di hemî deveran de beşdar dibin.

Hejmareke girîng ji xwendekar û zarokên dibistan û baxçeyên zarokan dê beşdarî festîvalê bibin û çalakiyên xwe bikin, ji ber vê yekê di heşt rojan de, zêdetirî 100 çalakiyên cûda di warên tenduristî, werzîş, çand, perwerde, rewşenbîrî û malbatê de werin pêşkêş kirin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket