Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27
AFP
Wêneyê piştî erdhejê
Piştî ku di çend rojên borî de du erdhejên bihêz Venezuela
hejandin îro hejmara miriyên herdu erdhejan gihîştiye 920 kesan, di heman demê
de 50 hezar kes hîn jî winda ne û çarenivîsa wan jî nediyarin.
Serokê tîma alîkariyê ya Neteweyên Yekbuyî ragihand: Piştî herdu
erdhejên bihêz li Venezuelayê 50 hezar kes heta niha winda ne û çarenivîsa wan
jî nediyare.
Wezîrê Navxwe yê Venezuelayê îro ji bo parastina wan, qedexe
kir ku welatiyan nêzîkî avahiyên hilweşiyayî û zirar dîtî bibin.
Li gorî daxuyaniyên rayedarên wî welatî, hejmara miriyan
gihîştiye 920 kesan û tê payîn ku ev hejmar zêde bibe, nemaze ji ber ku
avahiyek niştecîbûnê ya ku bi sedan xanî tê de hebûn hilweşiyane.
Ajansên mirovî yên NY gotin ku tîmên taybet ji herî kêm 17
welatan gihîştine Venezuelayê da ku alîkariya kesên saxmayî bikin, di heman
demê de Amerîkayê plan kiriye ku ji bo heman armancê tîmek taybet bişîne.
Navenda Lêkolînên Jeolojîk ya Amerîka (USGS) ragihand: Erdheja
yekem bi 7.2 pileyî li gorî pîvana Rexter bû, û piştre 39 saniye şûnda ya
duyemîn bi 7.5 pileyî li gorî pîvana Rexter dever hejand, her weha piştî herdu
erdhejên serekî zêdetir li 30 erdehejên
din eww elata hejandiye û behsa wê yekê
jî hatiye kirin ku, avahiyên li deverên peravê La Guayra yên Venezuelayê bi
giranî zirar dîtine.
Di roja 25ê Hezîranê 2026`an de du erdhejên bihêz Venezuela
hejandin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
01:58 PM - 2026-06-26 -
Dahata heftiya borî ya Silêmaniyê nêzîkî 8 Milyar Dînar bû
09:35 AM - 2026-06-26 -
Serok Bafil: Bîranîna Aşûrayê bîranîna serkeftina heq li ser neheqiyê ye
10:20 PM - 2026-06-25
zêdetir tamaşe bike
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
Li Silêmaniyê roja duyemîn ya SuliFest didome
09:42 AM - 2026-06-27
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Mezintirîn festîval li Silêmaniyê dest pê dike
Kurdistan 12:05 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
Cîhan 01:58 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27 -
Li Silêmaniyê roja duyemîn ya SuliFest didome
Kurdistan 09:42 AM - 2026-06-27





Aplîkêşin

