Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir

Cîhan 01:58 PM - 2026-06-26
Alên Rûsya û Yekîtiya Ewropa AJANS

Alên Rûsya û Yekîtiya Ewropa

Cîhanî

Konseya Yekîtiya Ewropa yê ragihand ku ev biryar ji ber "kiryarên berdewam yên Federasyona Rûsya yên ji bo bê aramkirina li Ukraynayê" hatiye girtin, her weha hat destnîşankirin ku dorpêçên aborî yên heyî dê ji bo 12 mehên din jî di meriyetê de bimînin.

Konseya Yekîtiya Ewropa di daxuyaniyekê aşkere kir ku sizayên heyî sînordarkirinên li ser bazirganiya bi Rûsya, keta darayî, wuze, teknolojiyên bikaranîna du alî (sivîl û leşkerî), îtxalkirina petrol û berhemên petrolê yên Rûsya, û her weha hin bank û rêxistinên medyayê yên Rûsya li xwedigiredihewîne.

Konseya Konseya Yekîtiya Ewropa tekez kir ku eger pêwîst be, ew amade ye ku li dijî Rûsyayê sizayên zêdetir bisepîne.

Serkirdeyên Konseya Yekîtiya Ewropa di civîna xwe ya 18-19ê Hezîranê de li Brukselê gihîştin rêkeftineke siyasî daku dorpêç li şûna heyama şeş mehî ya kevneşopî, ji bo salekê dirêj bikin, her wiha daxwaza lezandina pêvajoya pejirandina pakêta 21emîn ya dorpêçên li dijî Rûsya hat kirin.

Ji aliyê Xwe ve  berpirsên bilind yên Rûsî gotin:Welat li hemberî sizayên ku Rojava bi salan e hêdî hêdî zêde dike, xwedî berxwedanek aborî ye.

Serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn berê diyar kiribû ku siyaseta Rojava ya kontrolkirin û lawazkirina Rûsya stratejiyeke demdirêj e, û dorpêçên ku hatine sepandin ne tenê bandorek neyînî li ser Rûsya, lê di heman demê de li ser aboriya cîhanî jî dikin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket