Ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrolê pirsgirêka mûçeyan çareser dike
Kurdistan 01:49 PM - 2025-08-17
Ajans
Petrol
Ji bo cîbicîkirina naveroka lihevkirina hevbeş a vê dawiyê
ya derbarê ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrolê û hawirdekirina
ne-petrolê de, gotûbêj di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal
de berdewam dikin.
Endamê Komîteya Darayî ya di civîna berê ya Encûmena Nûneran
de Şîrwan Mîrza ji PUKMEDIA re got: Hikûmeta Herêmê û hikûmeta federal amade ne
ku hinardekirina petrolê ji Herêma Kurdistanê ji nû ve bidin destpêkirin, û tê
payîn ku ev pêvajo di nav du rojên bê de pêk were. Ji nû ve destpêkirina
hinardekirina petrolê dê xalek sereke ya lihevkirina hevbeş a di navbera Hewlêr
û Bexdayê de bicîh bîne.
Derbarê hawirdekirina ne-petrolê de, lihevkirinek cûda di
navbera her du hikûmetan de heye. Tê payîn ku komîteyek ji hikûmeta federal
serdana Hewlêrê bike da ku qebareya hawirdekirina ne-petrolê diyar bike, ku dive
nîvê wê Herêm radestî hikûmeta federal bike ji bo şandina mûçeyên meha Hezîranê
Got jî: Ji bo mehên pêş de, komîteyek hevbeş ji hikûmeta
federal û Hikûmeta Herêmê dê qebareya hawirdekirina ne-petrolê binirxîne.
Lêbelê, hawirdekirina ne-petrolê ya ji bo Hezîranê divê berî civîna Kabîneyê were
şandin, da ku Encûmen bikaribe biryarê li ser şandina mûçeyên karmendan bide.
Wî berdewam kir: Du
rojên bê ji bo ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrolê û şandina
hawirdekirina ne-petrolê girîng in da ku hikûmeta federal bikaribe mûçeyên
karmendên Herêma Kurdistanê yên Hezîrana borî bişîne. Bicîhanîna van gavan dê
pirsgirêka mûçeyan bi carekê bi dawî bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
01:58 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
Li Silêmaniyê roja duyemîn ya SuliFest didome
09:42 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

