Yekîtî hewla guhartina qanûnê hilbijartin û tomara dengderan dide
Kurdistan 12:33 PM - 2023-05-10
PUKMEDIA
Serrastkirina qanûnê berî hilbijartinan
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê hewl dide berî hilbijartinên
Parlamentoya Kurdistanê yasayê serrast bike û pêdaçûnê li tomara dengderan
bike, ji ber ku cudahiyeke mezin di navbera tomara dengderan li Herêma
Kurdistanê û ya hikûmeta Federalî heye û herwiha dixwaze dadmendiyê di
dabeşkirina kursiyên di navbera parêzgehan de pêk bîne û dîtina nûnertiya
rasteqîne yê pêkhateyan di parlemana Kurdistanê de.
Guhertina qanûnêBerpirsê Lijneya Şopandin û Hevahengiyê di Ofîsa Hilbijartinan a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de Letîf Nêrwêyî ji PUKMEDIA re ragihand: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê daxwazên rewa hene û hewl dide beriya hilbijartinên Herêma Kurdistanê, yasaya hilbijartinan serast bike.
Got jî: Yekîtî dixwaze raya giştî li ser cudahiyên nav tomara dengderan li Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal agehdar bike û jibilî wan kêşeyên ku bûne sedema bêdadiyeke mezin li parêzgehên Silêmanî û Helebçe .
Rakirina neheqiyê ji ser parêzgehanLatif Nêrwêyî dibêje Yekîtî dixwaze bi serrastkirina yasaya hilbijartinan, neheqiyê ji holê rake da ku her parêzgehek mafê xwe yê rewa ji bo kursiyên Parlamentoya Kurdistanê bi dest bixe.
Got jî: Ev amarên ku ji alîyê Nivîsîngeha Hilbijartinan a Yekêtiya Niştimanî ya Kurdistanê ve hatine ragihandin dê bibe bingeheke baş ji bo diyalog û têgihîştina aliyên siyasî bo serrastkirina yasaya hilbijartinan û tekez jî li ser wê yekê kir ku hemû aliyên siyasî piştevaniya daxwazên Yekîtî dikin. û ez bawer nakim ti aliyek siyasî hebe ku razî be hilbijartinan bi yasaya berê birêve biçin.
Cûdahiya girîng di tomara dengdêran deBerpirsê Ofîsa Hilbijartinan a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Rizgar Hacî Hema di kongreyeke rojnamevanî de ku PUKMEDIA lê amade bû, ragihand: ferqeke mezin di navbera tomara dengderan li hikûmeta federal û ya hikûmeta Herêma Kurdistanê de heye.
Got jî: cudahiya di navbera her du tomaran de li parêzgeha Hewlêrê zêdekirina 198 hezar kese, lê li Silêmanî û Helebçe jî mijar berovajî vê yekê ye, hejmara dengderan zêdetirî 128 hezar kesan kêm bûye. Li parêzgaha Duhokê tomarkirina dengderan li Herêma Kurdistanê bi 216 hezarî ji tomarên dengderên Êraqî zêdetire û tiştê ku Yekîtiya Niştimanî dixwaze ew e ku tomara dengderan li Êraqê were pejirandin ji ber ku paqijtire.
Silêmanî ji mafê xwe yê rewa bêpareBerpirsê ofîsa hilbijartinan amaje bi vê yekê jî kir: Nabe kar di nav deftera dengderan de ku ev cudahiya mezin tê de heye û li hinek deveran zêde dibe û li hinek deveran kêm dibe bê kirin û Silêmaniyê ji mafê xwezayî yê wergirtina kursiyên parlamentoya Kurdistanê bêpar e, û ew jî dibe sedema dabeşkirina kursiyên zêdetir ji mafê parêzgehên Hewlêr û Duhokê.
Wî berdewam kir: Yekîtî piştevaniya lidarxistina hilbijartinan di dema xwe de dike, lê nabe ku helbijartin bi tomareke nedadperwerane were kirin û rêjeya wê ya rastîn bi qasî 300 hezar dengderan zêdetir bibe.
Pir dezgehî ji bo Herêma Kurdistanê baştir inBerpirsê ofîsa hilbijartinan got: Em piştevaniya lidarxistina helbijartinan li çend dezgehan dikin ji ber ku sîstema yek deverî gelek xalên nerênî hene û ne sîstemeke adil e û hejmara kursiyên parêzgehan bi awayekî adil nayê dabeşkirin, lê di sîstema pir dengan de namzed nûnertiya rasteqîne yê deverê xwe dike.
Rizgar Hacî Hema amaje bi wê yekê jî kir ku di qanûna kevin de xiyanet û neheqiyeke mezin li parêzgeha Silêmaniyê hatiye kirin û di Parlamentoya Kurdistanê de 37 kursî jê re hatine terxankirin, lê li gorî sîstema çendîn pêkhateyan, parêzgeha Silêmaniyê 45 kursî di Parlamentoya Kurdistanê de distîne, tekez kir ku cudahî 8 kursî ye.
Daxwazên me rewa ne
Rizgar Hacî Hema teqez kir ku daxwazên Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê rewa ne û ew dixwaze ew neheqî û pêşdaraziyên ku li parêzgehên
Silêmanî û Helebçe hatine kirin ji holê rakin û amaje bi wê yekê jî kir ku
sîstema yek dengî zêdetir kursiyan ji mafên wan zêdetir dide parêzgehan.
Tekez kir ku Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê parêzvanê mafên
ciwanan e û hewl dide navên wan di tomara dengderan de li Herêma Kurdistanê
tomar bike da ku beşdarî hilbijartinan bibin, dengên xwe bidin û mafê xwe yê
xwezayî bikar bînin.
Got jî: Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê piştevaniya
dabeşkirina kursiyên pêkhateyan li ser hemû parêzgehan dike daku pêkhate
nûneratiya rasteqîne li parlamentoya Kurdistanê de hebe û kursiyên pêkhateyan
ji bo armancên siyasî neyên bikaranîn. Wî bal kişand ser wê yekê ku di qanûna
hilbijartinên Herêma Kurdistanê de hejmara kursiyên pêkhateyan û mekanîzma
dabeşkirina wan li ser parêzgehan nehatiye diyarkirin û got: Em dixwazin
dadmendî di dabeşkirina kursiyên pêkhateyan li ser parêzgehan hebe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Serokê Fraksiyona YNK: Li ser mûçeyê Herêmê lihevkirin çêbûye
12:15 PM - 2026-06-06
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
11:54 AM - 2026-06-06
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06


.png)



Aplîkêşin

