Girîngtirîn Tewerên hevpeyvîna Qubad Talebanî ku Serok Trump beşek ji wê belav kir

Kurdistan 11:17 AM - 2026-05-11
Trump perçeyek ji gotinên Qubad Talebanî parve dike PUKMEDIA

Trump perçeyek ji gotinên Qubad Talebanî parve dike

Qubad Talebanî

Qubad Talebanî, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, daxuyaniyek da malpera Amerîkî Breitbart News, û li ser pêşeroja peywendiyên Amerîka-Îranê, rola Serokê Amerîka Donald Trump di egera gihîştina rêkeftinek berfireh di navbera her du aliyan de û bandorên rêkeftinek wusa li ser aboriya herêmî û cîhanî gotûbêj kir.

Serokê Amerîka Donald Trump van daxuyaniyan di çarçoveya nûçeyên medyayî yên derbarê dosyeya Îranê de li ser platforma xwe ya Truth Social ji nû ve weşand, û bi vî awayî destkeftiyeke siyasî û medyayî ya zêdetir da wan.

Xalên sereke yên daxuyaniyên Qubad Talebanî, wekî ku ji hêla Çavdêriyê ve hatine weşandin, ev in:

Paşxaneya Siyasî ya Mêvan

Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistana Îraqê û kurê Serokkomarê berê yê Îraqê Celal Talebanî ye.

Ew ji malbateke siyasî ya navdar li Îraqê ye û di gotûbêjên herêmî yên derbarê aştî û aramiya aborî de yek ji kesayetiyên bi bandor ên Kurd temsîl dike.

Nêrîna Qubad Talebanî derbarê Peymana Amerîka-Îranê

Qubad Talebanî tekez kir ku her rêkeftineke serkeftî ya di navbera Washington û Tehranê de divê rêkeftineke dualî di navbera Amerîka û Îranê de be, bêyî destwerdana aliyên sêyemîn.

Her weha got: Divê rêkeftin di navbera A,merîka û Îranê de be, û divê destûr neyê dayîn ku ti aliyekî sêyemîn wê têk bibe.

Wî zêde kir ku Serok Trump, eger bi tenê û bi prensîba "Amerîka Pêşî" were hiştin, dikare bigihîje rêkeftinek baş ku ji her du aliyan re xizmet bike.

Wî her wiha tekez kir ku divê rêkeftin li ser bingeha pesendkirina her du aliyan be, û çespandina rêkeftinek bi awayekî yekalî dê nebe sedema domdariya wê.

Pêşanîya Aştiya Herêm
î

Qubad Talebanî tekez kir ku divê pêşînî aştî li herêmê û Kurdistanê be, û tekez kir:

* Piştgiriya her rêyek danûstandinê di navbera Washington û Tehranê de.

* Amadebûna Herêma Kurdistanê ji bo peydakirina piştgiriyê bi rêyên ne fermî yan jî cihê xwe yê erdnîgarî.

* Girîngiya rawestandina zêdebûna leşkerî.

Her weha got: Em agirbestê pêşwazî dikin û hêvî dikin ku ewê bibe sedema aştiyek berfireh li herêmê.

Dosyeya Tengava Hurmuzê

Derbarê Tengava Hurmuzê de, Qubad Talebanî rave kir ku "vekirina Tengava Hurmuzê bi awayekî leşkerî nayê kirin; ew lihevkirinek siyasî ya zelal hewce dike.

Wî destnîşan kir ku Tengava Hurmuzê ji bo Îranê "çîpeke danûstandinê ya girîng" temsîl dike, û bêyî berdêl ewê neyê berdan.

Mewdaya Aborî ya Peymanê

Qubad Talebanî bi giranî li ser aliyê aborî sekinî, û tekez kir ku ew bi piranî di gotûbêjên heyî yên di navbera Washington û Tehranê de tune ye.

Wî got:Cîhanek aborî ya pir berfireh ya vê pevçûnê heye ku hîna ne hatiye lêkolînkirin."

Wî destnîşan kir ku peymanek dibekî dikare van tiştan di nav xwe de bigire:

*Kerta Wuzeyê.

* Petrol û Gaz.

* Bazarên Weberhênanê.

* Sivikkirina sizayan.

* Vekirina bazara Îranê li pêş kompaniyên Amerîkî.

Wî zêde kir ku derfetên aborî ji bo her du aliyan û ji bo aboriya cîhanî "mezin" in..

Dosyaya Wuze û Weberhênana Amerîkî

Li gorî Qubad Talabanî bawer beşdarbûna kompaniyên wuzeyê yên Amerîkî dikare bibe beşek ji her rêkeftinekê û dikare bibe alîkar ku çavkaniyên ne hatine bikaranîn yên Îranê werin pêşxistin.

Wî bal kişand ser mînakên berê yên siyasetên Wuze yên Amerîkî li deverên cûda yên cîhanê.

Heftemîn: Dosyaya Etomî ya Îranê

Qubad Talebanî diyar kir ku hizra hebûna çekek etomî ji aliyê Îranê ve "ji ser maseyê derketiye,lê gotûbêjên heyî li ser asta dewlemendkirina Uranyûmê disekine.

Wî zêde kir ku her rêkeftinek ku tenê li ser aliyên etomî û mûşekî disekine dê sînordar û ne domdar be.

Çîn û Tengava Enerjiyê ya Cîhanî


Qubad Talebanî destnîşan kir ku Çîn mezintirîn îtxalkarê petrola Îranê ye û vekirina tengavê ku ew daxwazek cêhanê ye ne tenê herêmî ye.

Wî tekez kir ku aboriya cîhanî ne amade ye ku bi girtina rêyên deryayî yên girîng re mijûl bibe.

Yekîtîya Navxweyî ya Îranê

Qubad Talebanî analîzek avahîsaziyê ya rejîma Îranê pêşkêş kir, û diyar kir ku ew sîstemek saziyî ye, ne sîstemek li ser bingeha kesekî ye, û ji saziyên leşkerî, sivîl, olî û ewlehiyê pêk tê ku niha bi rêjeyek bilind a ahengek navxweyî kar dike.

Her weha diyar kir ku behîskirina li ser hilweşîna dewletê bi rêya lêdanek navendî hesabkirinek xelet bû, berevajî rewşên li Îraq û Sûriyeyê.

Bandora qeyranê li ser Îraq û Kurdistanê

Cîgirê Serokwezîr rave kir ku Îraq û Kurdistan ji ber van sedeman rasterast ji hêla aborî ve bandor bûne:

* Girêdayîbûna giran bi petrolê.

* Rawestandina bazirganiya herêmî.

* Astengkirina rêyên hinardekirinê.

Her weha destnîşan kir ku her pêşketinek li ser peymanê dê rasterast bandorê li aramiya aborî ya herêmê bike.

Dosyeya Kurd li Îranê


Qubad Talebanî redkirina xwe ya bikaranîna Kurdên li Îranê wekî pêşeng ji bo guhertina rejîmê tekez kir, û hişyarî daku ev yek dê bibe sedema xetereyên girîng yên mirovî û potansiyela tepeserkirina giran.

Wî diyar kir ku ev nirxandin ji hêla rêveberiya Amerîka ve jî tê fêmkirin.

Encam

Daxuyaniyên Qubad Talebanî nêrînekê nîşan didin ku li ser yekkirina van tiştan hatiye avakirin:

* Ewlekariya herêmî

* Berjewendiyên aborî

* Wuzeya cîhanî

* Dîplomasiya Amerîka-Îranê

Bi tekezîyeke eşkere li ser wê rastiyê ku ti rêkeftineke pêşerojê bêyî nêzîkatiyeke aborî ya berfireh ku ji mijarên ewlehiyê yên kevneşopî wêdetir diçe, nikare bi ser bikeve.

(PUKMEDIA, bi rêya kovara El-Mersed)




zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket