Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin

Kurdistan 08:15 PM - 2026-03-28
Bafil Celal Talebanî Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA

Bafil Celal Talebanî Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê

Serok Bafil Celal Talebanî

Bafil Celal Talebanî Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku, em êrîşa li ser mala Birêz Nêçîrvan Barzanî yê li Duhokê bi tundî şermezar dikin, kiryarên bi vî rengî nayên pesendkirin û gefê li ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê dixwin.

Naveroka daxuyaniya Serok Bafil Celal Talebanî:

Em bi tundî êrîşa li ser mala Birêz Nêçîrvan Barzanî li Duhokê bi şermezar dikin. Kiryarên bi vî rengî nayên pesendkirin û gefê li ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê dixwin.

Em piştgiriyê didin serweriya yasayê û daxwaza lêpirsîneke hevbeş dikin daku tawanbarên vê kiryarê werin destnîşankirin û hesabpirsîna wan were misogerkirin,em amade ne ku bi her awayî piştgiriyê bidin vê pêvajoyê.

Divê em bi hevre kar bikin daku rê li ber her kes û aliyekî bigirin ku hewl bide aloziyan zêde bike yan rewşê aloztir bike.

Bafil Celal Talebanî

Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê

PUKMEDIA


zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket