Hûsî yekem care bi mûşekên Balîstîkî êrîşî dikin ser Îsraîlê

Cîhan 11:34 AM - 2026-03-28
Êrîşek berê ya Hûsiyan li ser Îlatê SKY NEWS

Êrîşek berê ya Hûsiyan li ser Îlatê

Artêşa Îsraîlê îro Şemî rêkefta (28ê Adara 2026)an ragihand ku wan mûşekek balîstîk ya ji Yemenê hatiye avêtin, paşve xistiye.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de ragihand ku wan îro danê sibê mûşekek ji Yemenê hatiye avêtin, paşve xistiye.

Ji aliyekî din ve,medyaya Îsraîlê ragihand ku li Îlat û Neqabê zangê agahdariyê hatiye lêdan.

Hevdem, Hûsiyên Yemenê berpirsiyariya êrîşê girtin ser xwe û berdevkê Hûsiyên Yemenê Yehya Serîh got: Ji bo cara yekem me operasyoneke leşkerî bi çend mûşekên balîstîk li dijî Îsraîlê encam da.

 Her weha dibêej:Mûşek arasteya çeperên hestyar yên Îsraîlê hatye kirin û li armancên wan ketiye.

Ev yek di demekê de ye ku, Hûsiyan berê hişyarî dabûn ku eger Îsraîl êrîşa xwe ya li ser Îranê berdewam bike, ew grûp dê bikeve şer, ji ber vê yekê niha çav li bersiva Îsraîlê ne.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket