Kîmyabarana Helebceyê bi fermî dikeve nav bernameya xwendina Siwêdê
Kurdistan 09:02 PM - 2026-03-26
PUKMEDIA
Dr. Ferîdûn Muradî, lêkolîner û pisporê çekên kîmyawî li Zanîngeha Goteborgê ya Swêdê
Karesata kîmyabarana Helebceyê bi fermî dikeve nav bernameya xwendinê ya
xwendekarên qonaxa seretayî li welatê Swêdê, ev yek bi hewldan Dr. Ferîdûn
Muradî, lêkolîner û pisporê çekên kîmyawî li Zanîngeha Goteborgê ya Swêdê pêk
hatiye.
Di deqeke zanistî ya nû de ku ji bo xwendekarên seretayî yên
polên 4 heta 6 li Swêdê hatiye amadekirin, behsa karesata kîmyabarana Helebceyê
tê kirin, ew rûdan wekî karesatekê tê pênasekirin ku di sala 1988an de bû
sedema şehîdbûna zêdetirî pênc hezar kesên bêguneh û birîndarbûna bi hezaran
kesên din.
Ev deq bi zimanekî guncaw ji bo zarokan hatiye amadekirin û
hewl dide xwendekaran bi girîngiya zanistê, bi taybetî zanista kîmyayê bide
naskirin û wan ji metirsiyên bikaranîna çekên kîmyawî agahdar bike.
Ev di demekê de ye ku cara yekeme karesata kîmyabarana
Helebceyê bi şêweyekî fermî dikeve nav bernameya xwendinê. Bi saya hewldanên
bêwestan ên Dr. Ferîdûn Muradî, lêkolînerê li Zanîngeha Goteborgê, ev karesata
Kurdistanê bi fermî di nav bernameya xwendinê ya Swêdê de cih girt. Ev gav wekî
destkeftiyeke dîrokî û navdewletî ji bo naskirina jînosayda gelê Kurd tê
hesibandin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
01:58 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
Li Silêmaniyê roja duyemîn ya SuliFest didome
09:42 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
Cîhan 01:58 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

