Birûska Kosret Resûl morala çekdarên rêjîmê rûxand
Kurdistan 09:19 AM - 2026-03-09
PUKMEDIA
Kosret Resûl Elî
Piştî rizgarkirina Ranya, Silêmanî û Dukanê û Baziyan û çend deverên din di sala 1991ê de bi serpereştiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê serhildan hat berdewam kirin. Her wiha serhildan birêve diçû li Kelar, Derbendîxan, Şeqlawe, Koyê û derdora Rapêrîn ku nameya Kosret Resûl Elî bû sedem ku çekdarên rêjîmê wêrekiya xwe winda bikin û Şeqlawa zûtir were rizgarkirin.
Di vê rojê de Kelar, Derbendîxan û derdora wê hatin rizgarkirin
Di 9-3-1991-an de xelkê Kelar, Derbendîxan û derdora wê, wek piraniya bajar û bajarokên din ên Kurdistanê, li dijî rêjîma Baas serî hildan û navçeyên Kalar, Derbendîxan, Razgarî û Bawanûr ji destê rejîmê derxistin.
Di çarçoveya serhildana gelê Kurd a sala 1991’an de di 9/3/1991’an de gelê Şeqlawa bi pêşengiya Kosret Resûl Elî li dijî rêjîma Beisê serî hilda.
Di çarçoveya serhildana gelê kurd a 1991 de,di 9/3/1991 de Xelkê Şeqlawe bi pilan û bernameya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û bi serpereştiya Kosret Resûl Elî li dijî zulma rêjîma Beisê rabûn ser piyan û dever ji rêjîmê paqij kirin.
Hêzên YNK'ê kirin du beş
Di roja 8-3-1991ê de hêzên pêşmerge yên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bûn du beş û eniya yekem, Hîran û Şeqlawe,Selahedîn û Hewlêr bi serokatiya Kosret Resûl Elî û eniya din jî Koye, Dêgale û Hewlêr bi serokatiya Mamoste Bekir bû, di 9ê Adarê de li wan deveran bernameya serhildanê dest pê kir û di demeke kin de ev plan hat cîbicîkirin.
Birûskê kek Kosret Resûl
Endamê Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Pêşmergeyê dêrîn Rêbwar Îsmaîl got: Rizgarkirina Şeqlawe ji aliyê Kosret Resûl Elî ve hatibû plankirin û azadkirina bajêr di 9'ê Adara 1991'an de dest pê kir û Kosret Resûl ji bo şikandina cesareta çekdarên rêjîmê nameyek ji Ajansa Gelê Kurdistanê re şand ku ragihand Şeqlawa hat rizgarkirin, lê di rastî de Şeqlawa nehatbû rizgarkirin, vê planê bi temamî hêzên dijmin bêhêvî kir. Hêzên rêjîmê li çend tax û nehiya din xwe radest kirin û ji ber birûskê ev dever hatin rizgarkirin.
Her wiha got: Bernameya Kosret Resûl Elî ya azadkirina Şeqlawe, hêzên rêjîmê kirine du beş û azadkirina Hewlêrê hêsan kirin.
YNK endezyar û plansazê serhildanê bû, ji ber ku beriya serhildanê li ser daxwaza YNKê yekîtîya Eniya Kurdistanê hatibû avakirin. Bi rêya rêxistinên bajêr de amadekariyên tevahî ji bo serhildanê kir û di demjimêrê sifir de Radyoya Gelê Kurdistanê çavkaniya gihandina şîfreyên serhildanê bû, lewma şaneyên çekdar kodên xwe vekirin û dest bi Serhildanê xwe kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
166 Heftaneya dijîtal ya Înglîzî hat weşandin
10:33 AM - 2026-03-09 -
Nirxê bermîleke petrol 107 dolar derbas kir
09:28 AM - 2026-03-09 -
Rifet Abdulah: Em tekezî li ser rawestandina tundûtûjiya li dijî jinan û parastina mafên wan dikin
01:49 PM - 2026-03-08 -
Piştî Silêmanî xelkê deverên din yên Kurdistan`ê serî hildan
09:17 AM - 2026-03-08
zêdetir tamaşe bike
Wezareta Rewşenbîrî: Bila medya bi berpirsiyar bin û ewlehiya neteweyî biparêze
10:33 PM - 2026-03-08
Serok Bafil peyamek li ser bûyerên li herêmê belav kir
07:26 PM - 2026-03-08
Qubad Talebanî:Emê heykela hizba xwe digel hêviyên girseyê biguncînin
05:22 PM - 2026-03-08
Qubad Talebanî: Em rêzê li têkoşîna jinan ji bo xurtkirina cihê jinan digirim
04:20 PM - 2026-03-08
zortrin xwendraw
-
Qubad Talebanî:Emê heykela hizba xwe digel hêviyên girseyê biguncînin
Kurdistan 05:22 PM - 2026-03-08 -
Parêzgarê Hesekê digel şandek hikûmetê pirsa vegera koçberên Efrînî gotûbêj kir
Kurdistan 03:17 PM - 2026-03-08 -
Serok Bafil peyamek li ser bûyerên li herêmê belav kir
Kurdistan 07:26 PM - 2026-03-08 -
Serok Bafil: Em rêzê li Rol û pêgeha jinên qurbanîder digrin
Kurdistan 12:00 PM - 2026-03-08 -
Qubad Talebanî: Em rêzê li têkoşîna jinan ji bo xurtkirina cihê jinan digirim
Kurdistan 04:20 PM - 2026-03-08 -
Rifet Abdulah: Em tekezî li ser rawestandina tundûtûjiya li dijî jinan û parastina mafên wan dikin
Kurdistan 01:49 PM - 2026-03-08 -
Piştî Silêmanî xelkê deverên din yên Kurdistan`ê serî hildan
Kurdistan 09:17 AM - 2026-03-08 -
Diron û muşek medyayên Herêmê germ kirin
Kurdistan 01:32 PM - 2026-03-08






Aplîkêşin

