Qubad Talebanî:Emê heykela hizba xwe digel hêviyên girseyê biguncînin

Kurdistan 05:22 PM - 2026-03-08
Qubad Talebanî serdana melbenda rêxistinê kir Ragihandina Qubad Talebanî

Qubad Talebanî serdana melbenda rêxistinê kir

Qubad Talebanî, Serpereştyarê Nivîsgeha Sekreteriya Serok Mam Celal, serdana melbenda Yekem ya YNKê ya Silêmanî kir û bi Serkewt Zekî, Serpereştyarê melbend û hejmarek cîgir, rêveber û kadroyên Baregeha Silêmanî re civiya.

Di civîna roja Yekşemê (08/03/2026) de, Qubad Talebanî pîrozbahî li serkar û hemû karmendên baregehê kir, ku karîne erkên xwe bi awayekî baş bicîh bînin û têkiliyek xurt bi beşên bajêr re biafirînin.

Her weha ragihand ku, divê tu di tu mercî de ji kar dûr nekevî, lê divê roj bi roj ji bo kar û pêşxistina zêdetir coş û kelecana te hebe ji bo karkirin û pêşxistina YNKê zêdetir.

Çarasar û alîgirê aştiyê, behsa daxuyaniyên serokê YNKê li ser Fox Newsê kir, ku bi awayekî pir eşkere li ser vê rewşê axivî û siyaset û helwesta YNKê şîrove kir.

Serpereştyarê sekreteryaya Serok Mam Celal got ku pêkhateya partiyê dixwaze li gorî hêviyên girseyê bigunce, ji ber vê yekê, ev rewş bandorê li ser çaksazî û guhertinên di nav YNKê de nake, û guhertin ne tenê guhertina rayedaran e,belê, ew guhertinek erk û rêbazên xebatê ye, daku her hevalek di her pile û meqamî de bi qasî ku pêkan û bi awayê çêtirîn xizmetê bike da ku siyaseta YNKê bigihîne gel.

Di beşek din ya civînê de, Qubad Talebanî got ku melbena sereke ya Silêmaniyê melbenda dayîkê ye û girîngiya xwe heye û bernameyek me heye ji bo pêşxistina Silêmaniyê di hemû waran de, Silêmanî bajarekî dewlemend bi çandê ye û em dixwazin zêdetir girîngiyê bidin çand û çalakiyên ciwanan.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket