Parêzgarê Hesekê digel şandek hikûmetê pirsa vegera koçberên Efrînî gotûbêj kir

Kurdistan 03:17 PM - 2026-03-08
Parêzgarê Hesekê digel şandek hikûmetê pirsa vegera koçberên Efrînî gotûbêj dike ANHA

Parêzgarê Hesekê digel şandek hikûmetê pirsa vegera koçberên Efrînî gotûbêj dike

 Parêzgarê Hesekê bi rayedarên hikûmeta demkî re mekanîzmaya hemahengiya vegera koçberên ji Efrîn bo bajar û malên wan gotûbêj kir.

Şandeke ewlehî û siyasî ya Hikûmeta Demkî ya Sûriyê îro gihîşt bajarê Hesekê û bi parêzgarê Hesekê û serokên Hêzên Ewlekariya Navxweyî yên li Hesekê re civiya.

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed, Mehmûd Xelîl, endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê, û Nesrîn Ebdullah, rêberê hêzên (Asayîşê), pêşwaziya şandeyek ji tîma ku ji hêla serokê hikûmeta demkî, Ehmed El Şereh ve hatibû destnîşankirin, kirin daku dosyayan bişopînin.

Şanda ku serdana Hesekê kir, ji Rêveberê Karûbarên Siyasî Ebas Hisên, berpirsên Parêzgeha Helebê û berpirsên herêma Efrîn pêk dihat.

Li gorî Rêveberiya Medyayê Hesekê, di civînê de ji bo vegera xelkê Efrîn û gundewarên wê yên koçber bo bajar û malên wan, mekanîzmayek hat gotûbêj kirin.

Ev yek di demekê de ye ku, duh roja Şemiyê, Mehmûd Xelîl, serkirdeyekî Hêzên Ewlekariya Navxweyî, li ser hesabê xwe yê platforma X gotibû: Roja Duşemê karwana yekem ya koçberên ji Efrîn dê ber bi malên xwe ve biçin, ku ji 400 malbatan pêk tê.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket