Wezareta Rewşenbîrî: Bila medya bi berpirsiyar bin û ewlehiya neteweyî biparêze
Kurdistan 10:33 PM - 2026-03-08
PUKMEDIA
Wezareta Rawşenbîrî û lawan
Rêveberiya Giştî ya Ragihandin û Çap û Belavkirinê ya
Wezareta Rewşenbîrî daxwazê ji kenalên ragihandinê dike ku bi awayekî
berpirsiyarî bûyeran bişopînin, bi vî awayî ku parastina ewlehiya neteweyî û
mal û canê hevwelatiyan pêşeng be. Her wiha dibêje: Wezareta me dê li dijî
kesên ku qanûn û rênimayan binpê dikin, tedbîrên qanûnî yên tund bigire ber
xwe.
Di daxuyaniyeke Rêveberiya Giştî ya Ragihandin û Çap û
Belavkirinê ya Wezareta Rewşenbîrî de, ku îmzeya Şîrwan Ewla Mîrza Rêveberê
Giştî li ser e û kopiyek jê ji bo PUKMEDIA hatî şandin, hatiye diyarkirin: Mixabin
herêma me di rewşeke dijwar û aloz re derbas dibe. Her çend e Herêma Kurdistanê
ne parçeyek ji wî şerî ye û di paşerojê de jî nabe parçeyek jê û dê bi temamî
serxwebûn û bêalîbûna xwe biparêze, lê dîsa jî navçe di rewşeke neasayî de ye û
pirişka şer li me jî ketiye.
Ragihand jî: Ji ber vê yekê em tekeziyê li ser naveroka
nivîsa xwe ya bi jimare 235 di 2ê Adara 2026an de dikin, ku divê kanalên
ragihandinê bi awayekî berpirsyarane rûmala bûyeran bikin; bi vî rengî ku
parastina ewlehiya neteweyî û can û malê hemwelatiyan pêşengiya yekem a kanalan
be. Her wiha di dema rûmala zindî ya bûyeran de, nebin sedema fikar û
dilgiraniyê ji bo hemwelatiyan û dûr bikevin ji weşandina zindî an nîşandana
dîmenên arastekirina dron û mûşekan û cihên ziyanlêketî.
Di vê demê de, her reftareke wiha ji hêla her dezgeh an
toreke medyayî ve bête kirin, dûrî yasa û lojîkê ye û li dijî xala
sêyem/birgeha sêyem e ji (Rênimaya rêkxistina fîrîkwênsî speys li Herêma
Kurdistanê).
Di dawiya ragihandina Rêveberiya Giştî ya Ragihandin û Çap û
Belavkirinê ya Wezareta Rewşenbîrî de hatibû: Erka wezareta me ye ku rêkarên
yasayî yên tund li beramberî binpêkerên yasa û rênumayan bigire ber.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
166 Heftaneya dijîtal ya Înglîzî hat weşandin
10:33 AM - 2026-03-09 -
Nirxê bermîleke petrol 107 dolar derbas kir
09:28 AM - 2026-03-09 -
Rifet Abdulah: Em tekezî li ser rawestandina tundûtûjiya li dijî jinan û parastina mafên wan dikin
01:49 PM - 2026-03-08 -
Piştî Silêmanî xelkê deverên din yên Kurdistan`ê serî hildan
09:17 AM - 2026-03-08
zêdetir tamaşe bike
Wezareta Rewşenbîrî: Bila medya bi berpirsiyar bin û ewlehiya neteweyî biparêze
10:33 PM - 2026-03-08
Serok Bafil peyamek li ser bûyerên li herêmê belav kir
07:26 PM - 2026-03-08
Qubad Talebanî:Emê heykela hizba xwe digel hêviyên girseyê biguncînin
05:22 PM - 2026-03-08
Qubad Talebanî: Em rêzê li têkoşîna jinan ji bo xurtkirina cihê jinan digirim
04:20 PM - 2026-03-08
zortrin xwendraw
-
Qubad Talebanî:Emê heykela hizba xwe digel hêviyên girseyê biguncînin
Kurdistan 05:22 PM - 2026-03-08 -
Parêzgarê Hesekê digel şandek hikûmetê pirsa vegera koçberên Efrînî gotûbêj kir
Kurdistan 03:17 PM - 2026-03-08 -
Serok Bafil peyamek li ser bûyerên li herêmê belav kir
Kurdistan 07:26 PM - 2026-03-08 -
Serok Bafil: Em rêzê li Rol û pêgeha jinên qurbanîder digrin
Kurdistan 12:00 PM - 2026-03-08 -
Qubad Talebanî: Em rêzê li têkoşîna jinan ji bo xurtkirina cihê jinan digirim
Kurdistan 04:20 PM - 2026-03-08 -
Rifet Abdulah: Em tekezî li ser rawestandina tundûtûjiya li dijî jinan û parastina mafên wan dikin
Kurdistan 01:49 PM - 2026-03-08 -
Piştî Silêmanî xelkê deverên din yên Kurdistan`ê serî hildan
Kurdistan 09:17 AM - 2026-03-08 -
Diron û muşek medyayên Herêmê germ kirin
Kurdistan 01:32 PM - 2026-03-08





Aplîkêşin

