Serok Bafil: Divê li dijî Kurdên Rojava tundûtûjiya bê ragirtin û hemû vegerin gotûbêjan

Kurdistan 11:17 PM - 2026-01-10
Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî û Sekreterê Giştî yê Tevgera Babilyon Reyan Kaldanî Nivîsgeha Ragihandina Serok Bafil Celal Talebanî

Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî û Sekreterê Giştî yê Tevgera Babilyon Reyan Kaldanî

Birêz Bafil Celal Talebanî Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Bexdayê li mala Serok Mam Celal pêşwazî li birêz Reyan El-Keldanî Sekreterê Giştî yê Tevgera Babilyon kir.

Di civînekê de ku Cîgirê Serokê Yekîtiya Niştimanperweran Rifet Ebdullh, Endamên Mekteba Siyasî Derbaz Kosret Resûl, Ehmed Heme Kerîm û Rizgar Hac Heme û Wezîrê Dadê yê Îraqê Xalid Şuwanî jî amade bûn bûn, rewşa siyasî ya herêmê hate gotûbêj kirin.

Her wiha li ser aloziyên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî gotûbêj hat kirin û Serok Bafil Celal Talebanî got: Divê mafên hemû netewe û pêkhateyên li Sûriyê bên rêzgirtin, tundûtûjiya li dijî Kurdan li Rojavayê Kurdistanê bên rawestandin û divê hemû alî vegerin diyalogê.

Derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê de, tekezî li ser pabendbûna bi demên yasayî û prensîbên destûrî yên di vî warî de hat kirin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket