Li sê taxên Kurdnişîn yên Helebê nêzîkî 40 Kurd şehîd û birîndar bûn

Kurdistan 04:48 PM - 2026-01-06
Topbarankirina Taxa Kurdnişîn Şêx Meqsûd Aeşîf

Topbarankirina Taxa Kurdnişîn Şêx Meqsûd

Çekdarên ser bi hikumeta veguhêz ya Sûriyê careke din bakurê  taxên Şêxmeqsûd û Benî Zêd û Eşrefiyê  ya Kurdinşîn ya parêzgeha Helebê bi obîsan toparab kirinû di encamê de bi dehan kes bûne qurbanî.

Hêzên Ewlekariya Navxwe yên Heleb di daxuyaniya xwe ya beriya nêzîkî du demjimêran de ragihandibû ku tax 4 caran li pey hev çekdarên ser bi hikumeta bi Dronan hatiye bombebarankirin.

Hêzên Ewlekariya Navxwe aşkere kir ku hêzên wan jî di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva wan çekdaran daye.

Her weha li nêzîkî çembera Turkawî li taxa Benî Zeyd û taxa Eşrefiyê  û Şêx Meqsûd  jî du jin û zarokek û zelemek şehîf bûn û 35 kesên sivîl birîndar bûn.
 
Çekdarên ser bi hikumeta veguhêz ya Sûriyê çekên cûrbecûr bikar anîn, di nav de roketavêj û topên giran, tank de hebûn.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket