Îlham Ehmed: Hikûmeta Sûriyê li dijî Kurd şer ragihandiye

Kurdistan 02:46 PM - 2026-01-07
Îlham Ehmed, Hevseroka Ofîsa Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Medya

Îlham Ehmed, Hevseroka Ofîsa Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser

Îlham Ehmed, Hevseroka Ofîsa Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser ragihand ku,hikûmeta veguhêz ya Sûriyê li dijî taxên Kurdan yên li Helebê şer ragihandiye û tekez kir ku kir ew wek Kurd pabendî rêkeftinan bûne, lê aliyê din pabendî rêkeftinan nebûye û diyalogê red dike.

Îlham Ehmed, hevseroka Ofîsa Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser di postek li ser Platforma ( X ) de ragihand ku Wezareta Parastinê ya Veguhêz ya Sûriyê li dijî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên ku sivîl lê dijîn şer ragihandiye kir, ev jî şerekî li dijî Kurdan e ku ji ber sitem û zordariya rejîma berê êş kişandine.

Her weha dibêje: Piraniya akinciyên wan taxan penaberên ji Efrîn in ku bi zorê ji malên xwe hatine derxistin.

Derbarê rewşa wan taxan jî, Ehmed aşkere kir ku, taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ji aliyê Fîrqeyên Wezareta Parastinê ve di bin dorpêçeke giran de ne.

Derbarê pabendbûna Kurdan bi peymanan re, hevserokê Ofîsa Peywendiyên Derve tekez kir ku her çend Kurd pabendî peymana 1ê Nîsanê bûne jî, lê aliyê din pabendî rêkeftinê nebûye.

Di dawiyê de jî , Îlham Ehmed, hevseroka Ofîsa Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser amaje bi wê yekê kir ku, Wezareta Parastinê diyalogê red dike û daxwaz ji hikûmetê dike ku berpirsiyariya xwe bigire ser xwe û ji şer dûr bisekine, her wiha bang li gelê Sûriyê kir ku dengê xwe bilind bikin û şer şermezar bikin.

Ev yek di demekê de ye ku, Desteya Operasyonên Artêşa Sûriyê bi fermî li taxên Kurdan yên Helebê li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) şer ragihand, û artêşê hemû baregehên wan hêzan wekî "armancên rewa" danaye û daxwaz ji sivîlan kiriye ku tavilê deverên xwe vala bikin.

Di heman demê de, di şer û pevçûnên 24 demjimêrên borî de 50 sivîl hatine kuştin û birîndar kirin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket