Sîpan Hemo: Şêx Meqsûd û Eşrefiye dê du kelehên xweragiriyê bin
Kurdistan 06:24 PM - 2026-01-07
Ajans
,Sîpan Hemo, Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk,
Di daxuyaniyekê de ku li ser malpera fermî ya Hêzên Sûriya Demokratîk
hatiye weşandin,Sîpan Hemo, Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya
Demokratîk, tekez kir ku hişyarî, yekîtî û berxwedana xelkê taxên Şêx Meqsûd û
Eşrefiyê li Helebê bingeha têkbirina hemû plan û gefan bûn û wê bimînin, ji ber
ku ev tax dê bimînin kelehên xweragiriyê û neşikestî.
Sîpan Hemû, derbarê êrîşên ku ji şeva borî ve li taxên Şêx Meqsûd,
Eşrefiye û Benî Zeyd ên Helebê rû didin ku di encamê de heya niha 7 kes şehîd
bûn û 54 kes jî birîndar bûn ragihand ku,
Her weha destnîşan kir ku xelkê wan taxan ji panzdeh salan zêdetir bi
awayên cûrbecûr êrîş, dorpêçkirin û êrîşan re rû bi rû mane, û xwe li tax û
malên xwe girtine, mil bi mil bi kur û keçên xwe re di parastina rûmet û
ewlehiyê de sekinîne.
Hemo tekez kir ku hişyarî, yekîtî û berxwedana gel bingeha têkbirina
hemû plan û gefan bû û wê bimîne û got: taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dê
wekî du kelehên berxwedanê, neşikestî bimînin û berxwedan û serhildana gelê
wan dê bi biryardariyeke bê rawestan berdewam bike heta ku ax, gel û rûmeta wan
were parastin, li hemberî êrîşên berdewam yên li ser wan taxên bajarê Helebê
de.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kurdên li Şêx Meqsûdê
09:56 PM - 2026-01-08 -
Serokkomarê derbarê şerê li Helebê banga vegera ser maseyê û rawestana pevçûnê kir
02:32 PM - 2026-01-08 -
Nirê Zêr û Dolar
11:25 AM - 2026-01-08 -
Îro Pêncşemê bihayên petrolê di bazirganiya Asyayê de bilind bûn,
10:47 AM - 2026-01-08
zêdetir tamaşe bike
Dahata hefteyekê ya Silêmaniyê zêdeyî 3 Milyar Dînar e
09:22 AM - 2026-01-09
Mezlûm Ebdî: Belavkirina Tankan û Bombebarankirina Sivîlan li Helebê derfetên lihevkirinê kêm dike
10:48 PM - 2026-01-08
Mazlûm Ebdî: Em bi hemû aliyan re dixebitin ku êrîşan rawestînin
06:24 PM - 2026-01-08
92 sazî û kesayetî derbarê Rojava de hişyariyê didin kenala El-Cezîra
05:29 PM - 2026-01-08
zortrin xwendraw
-
Tom Barak: Em hewl dirêjirina agirbestê li Helebê didin
Cîhan 09:32 AM - 2026-01-09 -
92 sazî û kesayetî derbarê Rojava de hişyariyê didin kenala El-Cezîra
Kurdistan 05:29 PM - 2026-01-08 -
Kurdên li Şêx Meqsûdê
Kurdistan 09:56 PM - 2026-01-08 -
Heleb: Komên çekdar taxên Kurdan armanc digirin û bangên navneteweyî ji bo hêminbûnê
Cîhan 04:42 PM - 2026-01-08 -
Mezlûm Ebdî: Belavkirina Tankan û Bombebarankirina Sivîlan li Helebê derfetên lihevkirinê kêm dike
Kurdistan 10:48 PM - 2026-01-08 -
Îro Pêncşemê bihayên petrolê di bazirganiya Asyayê de bilind bûn,
Cîhan 10:47 AM - 2026-01-08 -
Encûmena Bilind a Îslamî ya Elewîyan tepeserkirina li Helebê şermezar kir
Cîhan 04:24 PM - 2026-01-08 -
Serokkomarê derbarê şerê li Helebê banga vegera ser maseyê û rawestana pevçûnê kir
Êraq 02:32 PM - 2026-01-08





.jpg)
Aplîkêşin

