Civata Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê: Em paşve naçin û dê bi serkevin
Kurdistan 03:20 PM - 2026-01-07
Ajans
Civata Giştî ya Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê
Civata Giştî ya Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê piştrast kir ku ewê paşve
neçe û vîna gel û Hêzên Asayîşa Navxweyî dê bi ser bikeve.
Her weha bang li raya giştî û gelê Kurdistanê kir û got: Êrîşek
heye ku taxên me bi karanîna cûreyên cûda yên çekên giran armanc digire, û
armanca vê êrîşê valakirina wan taxan ji niştecihên wan e.
Civata Giştî ya taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê daxuyaniyek ji bo raya giştî
belav kir, ku ji hêla hevserok Nûrî Şêxo ve hat xwendin, û wiha piştrast kir û
got: Emê çi pêngavekê jî paşve ne avêjin, û vîna gel û hêzên me dê bi ser
bikeve.
Civatê wiha tekez kir: Tiştê ku rû didin şerekî taybet li dijî gelê me
ye ku armanc dike vîna me bişkîne, û pêwîste gelê me baweriya xwe pê neyne.
Her weha nbang li gelê xwe yê welatparêz dikin ku li malên xwe bimînin û
nekevin nav şerê taybet ê ku ji hêla medyaya dijmin ve tê pêşve xistin.
Di daxuyaniyê de hatiye: Hêzên Asayîşa Navxwe dê li hemû eniyan
parastina gel bikin û li hember hemû êrîşan bisekinin û bang li gel hat kirin
ku li kêleka Hêzên Asayîşa Navxwe bisekinin û bang li raya giştî ya cîhanî û
raya giştî ya li çar parçeyên Kurdistanê dikin ku êrîşek bi çekên giran û topan
li ser taxên me tê kirin û armanca êrîşê valakirina wan taxan in.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kurdên li Şêx Meqsûdê
09:56 PM - 2026-01-08 -
Serokkomarê derbarê şerê li Helebê banga vegera ser maseyê û rawestana pevçûnê kir
02:32 PM - 2026-01-08 -
Nirê Zêr û Dolar
11:25 AM - 2026-01-08 -
Îro Pêncşemê bihayên petrolê di bazirganiya Asyayê de bilind bûn,
10:47 AM - 2026-01-08
zêdetir tamaşe bike
Dahata hefteyekê ya Silêmaniyê zêdeyî 3 Milyar Dînar e
09:22 AM - 2026-01-09
Mezlûm Ebdî: Belavkirina Tankan û Bombebarankirina Sivîlan li Helebê derfetên lihevkirinê kêm dike
10:48 PM - 2026-01-08
Mazlûm Ebdî: Em bi hemû aliyan re dixebitin ku êrîşan rawestînin
06:24 PM - 2026-01-08
92 sazî û kesayetî derbarê Rojava de hişyariyê didin kenala El-Cezîra
05:29 PM - 2026-01-08
zortrin xwendraw
-
Tom Barak: Em hewl dirêjirina agirbestê li Helebê didin
Cîhan 09:32 AM - 2026-01-09 -
92 sazî û kesayetî derbarê Rojava de hişyariyê didin kenala El-Cezîra
Kurdistan 05:29 PM - 2026-01-08 -
Kurdên li Şêx Meqsûdê
Kurdistan 09:56 PM - 2026-01-08 -
Heleb: Komên çekdar taxên Kurdan armanc digirin û bangên navneteweyî ji bo hêminbûnê
Cîhan 04:42 PM - 2026-01-08 -
Mezlûm Ebdî: Belavkirina Tankan û Bombebarankirina Sivîlan li Helebê derfetên lihevkirinê kêm dike
Kurdistan 10:48 PM - 2026-01-08 -
Îro Pêncşemê bihayên petrolê di bazirganiya Asyayê de bilind bûn,
Cîhan 10:47 AM - 2026-01-08 -
Encûmena Bilind a Îslamî ya Elewîyan tepeserkirina li Helebê şermezar kir
Cîhan 04:24 PM - 2026-01-08 -
Serokkomarê derbarê şerê li Helebê banga vegera ser maseyê û rawestana pevçûnê kir
Êraq 02:32 PM - 2026-01-08





.jpg)
Aplîkêşin

