Asayîş : Çekdarên Sûrî sivîlan wek Mertalên Mirovî bi kar tînin

Kurdistan 05:24 PM - 2026-01-07
Logoya Hêzên Asayîşa Navxwe yên parêzgeha Helebê Ajans

Logoya Hêzên Asayîşa Navxwe yên parêzgeha Helebê

Hêzên Asayîşa Navxwe li Helebê piştrast kirin ku çekdarên Hikûmeta Veguêz ya Sûriyê ciwanên revandî wekî mertalên mirovî di eniyên pêşîn yên êrîşên xwe de bi kar tînin, ev taktîkek hovane ye ku hemû nirxên mirovî binpê dike.

Navenda Ragihandina Hêzên Asayîşa Navxwe li Helebê daxuyaniyek belav kir û têde ragihand ku çekdarên hikûmeta Veguhêz ya Sûriyê xortên revandî wekî mertalên zindî di eniyên pêşîn ên êrîşa xwe de bi kar tînin,her weha dest bi dorpêçkirineke dijwar li ser taxa Şêx Meqsûd kirine, digel topbarana giran û dorpêçkirina taxan bi tankan, di heman demê de gefên eşkere yên dagirkeriyeke berfireh xwarin, ev siyaseta sîstematîk binpêkirineke eşkere ya hemû yasa û pîvanên navneteweyî ye.

Dema ku ev êrîşa giştî nekarî taxê bişkîne û berxwedana akinciyên wê bişkîne, wan aliyan bi revandina xortên taxa Şêx Meqsûd ku neçar man derkevin, tawanên xwe zêde kirin û waan ew bi awayekî hovane ku hemû nirxên mirovahiyê binpê dike, wek mertalên mirovî avêtin eniyên pêşîn yên êrîşa xwe, di heman demê de, ew kal û pîran vegerandin taxa dorpêçkirî, di hewldanek eşkere de ji bo bikaranîna wan wekî kaxezek bazarê û bê sînorkirin kontrolê li ser sivîlan bisepîne.

Ev reftar metirsiya binpêkirinên mafên mirovan nîşan dide, dorpêçkirin, bombebarankirin, gefên rasterast yên bi zorê, û karanîna sivîlan wekî mertalên mirovî, di stratejiyeke sîstematîk de ji bo koçberkirina nifûsê û ferzkirina tawanên rojane li ser jiyana sivîlên bê guneh bi hevre dikin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket