Şêx Alî: Divê êriş bên ragirtin daku riya diyalogê bê xweş kirin

Kurdistan 04:11 PM - 2026-01-07
Muhîdîn Şêx Sekreterê Partiya Yekîtîya Demokratîk ya Kurd li Sûrîyê (Yekîtî) Ajans

Muhîdîn Şêx Sekreterê Partiya Yekîtîya Demokratîk ya Kurd li Sûrîyê (Yekîtî)

Muhîdîn Şêx Sekreterê Partiya Yekîtîya Demokratîk ya Kurd li Sûrîyê (Yekîtî) destnîşan kir ku êrîşên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên li Helebê ji aliyê kirêgirtiyan ve di bin sîwan û parastina Hikûmeta Veguhêz ya Sûriyê de têne kirin û got: Ew kiryarên qirêj dikin û ji bo ku rê li ber diyalogê di navbera Şam, Rêveberiya Xweser û tevgerên Kurdî de vebe, divê ev êrîş werin rawestandin.

Muhîdîn Şêx Alî destnîşan kir ku destwerdana Turkiye li Sûriyê li dijî Kurdan, ji her alî ve, ne rewa ye û got: Ev berdewamiya siyaseta dewleta Turkiyê li hember Kurdên li Turkiyê ye, her wiha bi riya wan grûpên çekdar Serêkaniyê, Girê Spî û Efrîn jî dagir kir, ev siyasetek şaş e, pêwîsye pirsgirêk bi riya diyalogê bên çareserkirin.

Muhîdîn Şêx Alî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Kobanî bi bîr anî û go::Kurdan zehmetiyên mezin kişandin, û bi deh hezaran ji wan koçber bûn, lê li hemberî êrîşên bo ser Efrîn heta Qamîşlo û Dêrikê, û li Kobanî, Reqa, Serê Kaniyê û Hesekê, Kurdên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê berxwedaneke dîrokî nîşan dan û bûn sembolek cîhanî û bi hêza şervanên Hêzên Sûriye Demokratîk, DAIŞ li Reqa û Baxozê têk çû, û îro li Sûriyê û bakurê rojhilatê wê, û her weha li taxên Helebê, şervan parastinê xelk û taxên xwe dikin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket