HSD: Tevlîbûna HSD di nav Artêşa Sûriyê de hat gotûbêj kirin

Kurdistan 12:05 AM - 2026-01-05
Hêzên Sûriye Demokratîk (HSD) ANHA

Hêzên Sûriye Demokratîk (HSD)

Îro fermandarên Hêzên Sûriye Demokratîk (HSD) digel berpirsên hikumeta veguhêz tevlîbûna hêzên wan di nava Artêşa Sûriyê de gotûbêj kirin.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriye Demokratîk (HSD) du daxuyaniyekê de aşkere kir ku îro danê sibehê, di çarçoveya danûstandinên fermî de, fermandarên HSD Mezlûm Ebdî, Sîpan Hemo, Sozdar Hacî bi rayedarên hikumeta Şamê re civiyan û dosyaya tevlîbûna hêzên wan yên leşkerî di nav Artêşa Sûriyê gotûbêj kirin.

Her weha her du aliyan li hev kirin ku di qonaxa bê de jî civînên xwe berdewam bikin, daku gotûbêjên berfireh di wê derbarê de bikin û vê pirsê bi awayekî rêxistinkirî bişopînin, heta ku encamek tê xwestin bi dest bînin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket