Hejmarek çekdaran li gundewarê Efrînê jinek revandin

Kurdistan 05:43 PM - 2026-01-04
Jina revandî Rêxistina Mafên Mirovan ya Efrîn-Sûriyê

Jina revandî

Grûpên çekdar yên ser bi Turkiye jinek ciwan ji navçeya Şeran yê Efrînê revandin.

Di wê derbarê de, Rêxistina Mafên Mirovan ya Efrîn-Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand ku grûpên çekdar yên ser bi Turkiye roja 30’ê Kanûnê jineke ciwan ji navçeya Şeran yê gundewarê Efrîna dagirkirî revandibûn.

Di daxuyaniyê de hatiye ku çekdaran bi ser gundê Derwîş yê navçeya Şeran de girtin, û kesek bi nave Heybet Emîn Silêman ya temen (23) salî revandin ku hîna jî çarenivîsa wê ne diyar e.

Ev yek di demekê de ye ku, grûpên çekdar yên ser bi Turkiye ji sala 2018 an û heya niha tawanên kuştin, dizîn, talankirin û revandina Efrîniyan encam didin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket