Xebata Yekîtî yê niha, qonaxa kirdar e
Kurdistan 01:36 PM - 2023-05-29
PUKMEDIA
48 sal ji xebata Yekîtî
Yekîtiya Niştimnaî ya Kurdistanê hertim ji bo
qonaxên nû têkoşiyaye û ev jî bûye motor û berdewamiya tekoşîna giştalî ya Yekîtî
ji bo wan demên ku doza mafên kurdan ji aliyekî ve di metirsiyê de ye.YNKê ji
aliyekê ve li ser rastkirin û parastina mezinahiya herêmê û ji aliyê din ve jî
dabînkirina jiyan, xweşî û avadankirina xelkê Herêma Kurdistanê li ser milê xwe
girtiye .
Bi
nêzîkbûna 48 saliya temena YNKê re, têkoşîna xwe ya niha veguherandiye
çalakiyan û bi rêya peywendiyên dîplomatîk hewl dide maf û mafên darayî yên
gelê Herêma Kurdistanê bidest bixe. Ji bilî ku li Êraqê jî li ser rêya Serok
Mam Celal hewl dide jiyaneke bi rûmet ji bo gelê Êraqê dabîn bike û nebûye
beşek ji nakokiyên siyasî, lê hewla çareserkirina pirsgirêkan di rêya diyalogê
da ye.
Yekdengiya Yekîtî bandoreke erênî kiriye
Endama Serkirdatiya YNKê Fehîme Sabir ji PUKMEDIA re wiha got: " Piştî mirina serok Mam yekîtî ti carî weke niha yekdeng û yek helwêst nebû ye, ku bandoreke erênî li ser xebat û çalakiyan kiriye.
“YNK bi serokatiya Bafil Celal Talebanî li ser asta navxweyî ya Herêma Kurdistanê ji bo yekrêziya partiyên Kurdistanî li Herêma Kurdistanê hewlên cidî dan û deriyê mala mamê xwe li Dukanê ji bo wê yekrêziyê vekir.
Ev jî ji bo ku di hemû waran de xizmeta gelê Kurd bikin."
YNK ji bo mafên pêkhateyan têdikoşeYNKê dirûşma xizmetkirina xelkê bilind kir û hewlên xwe yên ji bo dadperwerî û bidestxistina mafên gelê Herêma Kurdistanê zêde kir, di heman demê de giringî bi mafên civakan û xizmetkirina olên cuda ji bîr nekir.
Fehîme Sabir wiha jî got:Li ser rêbaza serok Mam Celal Yekîtî giringiyê bi ol û pêkhateyên cuda yên Herêma Kurdistanê daye û daxwaz kiriye ku di parlamentoyê de mafên civakan bên parastin û di nakokiyên siyasî de neyê bikaranîn, li şûna vê divê nûnerên wan ên li parlamentoyê bi rastî nûnertiya civakan bikin û bibin parêzvanên wan ên rastîn.”
Amaje bi wê yekê jî kirk u "YNK'ê diruşmeya xizmetkirina gel bilind kiriye û hewlên xwe yên ji bo dadperwerî û bidestxistina mafên gelê Herêma Kurdistanê zêde kiriye.
YNK ji bo yekrêzî û xizmetkirina gelê Êraqê hewl dide
YNK bi rêkeftinên xwe yên siyasî parêzvanekî bihêz e ji bo
mafên Herêma Kurdistanê û di xebatên xwe de jî ev yek îsbat kiriye.
Endama Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ya Bexdayê
Rebîhe Hemed ji PUKMEDIA re wiha got:“Eger YNK berê bi çekan mafê gelê Kurd
diparast, niha bi rêkeftinên siyasî, dîplomasî û peywendiyên xwe parêzvanekî
bihêz e ji bo mafên Herêma Kurdistanê û bi kar û xebat de jî ev yek îsbat
kiriye.”
"YNK niha li ser peywendiyên dîplomatîk ên ku ji aliyê
serok Mam Celal ve li Bexdayê hatiye danîn, didomîne. Ti carî hewl nedaye bibe
beşek ji nakokiyên siyasî yên Êraqê."
Berovajî vê yekê, navbeynkariya serkirdeyê YNKê di dema
avakirina hikûmeta nû ya Êraqê de ev rastî îsbat kir ku YNK hewla yekrêziyê
dide û xizmeta gelê Êraqê dike.”
Hewldanên Yekîtî bi çalakiyên li ser erdê encam dan
Rabîhe
Hemed diyar kir: “Hewldanên rastîn ên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li
Bexdayê ji bo bidestxistina aramiyê li Êraqê, garantîkirina mafên Herêma
Kurdistanê û xizmetkirina welatiyên navçeyên nakok, belgeya helwesta tund a
Yekîtiya Niştimanî ye ji bo pêkanîna Êraqeke demokratîk ku tê de mafên hemû
pêkhateyan bê parastin ava bikin.”
Endamekî
Encûmena Serkirdayetiyê got: Bi hewlên siyasî yên Serok Bafil Celal Talebanî û
hewlên îdarî yên Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê Herêmê, rêkeftina ku di
navbera Bexda û Hewlêrê de hatibû îmzekirin kete warê cîbicîkirinê û destkeftiyên
darayî yên gelê Kurdistanê di proje yasaya bûdceya federal de hat
piştrastkirin.”
Beriya 48
salan, di Yekê Hezîrana 1975an de û piştî paşketina şoreşa Îlonê, Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê ji aliyê Serok Mam Celal û hevalên wî ve (Newşîrwan
Mistefa, Dr. Kemal Fûad, Dr. Fûad Masûm, Adil Murad, Ebdulrezaq Feylî, Omer
Şêxmûs) ) hate damezrandin.
Jidayikbûna
Yekîtiya Niştimanî di wê rewşa hestiyar de ji bo gelê Kurdistanê pêwîstiyeke
neçarî bû, ji ber ku Yekîtiya Niştimanî karî piştî salekê ji damezrandina xwe
careke din şoreşê gur bike, û piştî rûxandina rêjîma Baas ya hilweşiyayî di
sala 2003an de. Yekîtiya Nîştimanî li Bexdayê ji bo bidestxistina mafên gelê
Kurdistanê li çarçoweya federaliya demokratîk a Êraqê û li Herêma Kurdistanê,
bi ala pêkanîna dadperwerî û rêvebirina baş, ji bo ku hemû welatî bikarin ji
xêr û bereketên welat sûd werbigirin, bi awayekî bê rawestan hewl dide.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Nûnerê Almanî û Mezlûm Ebdî rewşa Helebê gotûbêj kirin
10:46 PM - 2026-01-09 -
Gideon Sa'ar:Erkê exlaqî ya Civaka Navdewletî li hemberî Kurdên dijî DAIŞê şer kirine heye
03:07 PM - 2026-01-09 -
Kurdên li Şêx Meqsûdê
09:56 PM - 2026-01-08 -
Serokkomarê derbarê şerê li Helebê banga vegera ser maseyê û rawestana pevçûnê kir
02:32 PM - 2026-01-08
zêdetir tamaşe bike
Jiyana 70 birîndarên li Nexweşxaneya Xalid Fecir di metirsiyê de ne
10:29 PM - 2026-01-09
NY:Divê alî kar ji bo cî bi cîkirina Peymana 10 Adarê bikin
10:00 PM - 2026-01-09
Pijîşkek û karmendekî Nexweşxaneya Osman hatin şehîd kirin
05:23 PM - 2026-01-09
Êrişek bo ser taxa Şêx Meqsûdê hat têk birin
04:48 PM - 2026-01-09
zortrin xwendraw
-
Gideon Sa'ar:Erkê exlaqî ya Civaka Navdewletî li hemberî Kurdên dijî DAIŞê şer kirine heye
Kurdistan 03:07 PM - 2026-01-09 -
Pijîşkek û karmendekî Nexweşxaneya Osman hatin şehîd kirin
Kurdistan 05:23 PM - 2026-01-09 -
Hêzên Asayîşê depoyek çekan li nêzî Şîhan teqandin
Kurdistan 11:14 PM - 2026-01-09 -
Êrişek bo ser taxa Şêx Meqsûdê hat têk birin
Kurdistan 04:48 PM - 2026-01-09 -
Civata taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê:Em radest nabin,berxwedan jî berdewam e
Kurdistan 01:26 PM - 2026-01-09 -
Heyva Sor ya Kurd banga rawestandina êrîşên li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û vekirina korîdorên dike
Kurdistan 12:56 PM - 2026-01-09 -
Tom Barak: Em hewl dirêjirina agirbestê li Helebê didin
Cîhan 09:32 AM - 2026-01-09 -
Jiyana 70 birîndarên li Nexweşxaneya Xalid Fecir di metirsiyê de ne
Kurdistan 10:29 PM - 2026-01-09


.jpg)
.jpg)

.jpg)
Aplîkêşin

