Heşt sal bi ser koça dawî ya Ebdulrezaq Feylî re derbas dibin
Kurdistan 01:51 PM - 2026-06-13
PUKMEDIA
Endamê desteya damezrîner a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Ebdulrezaq Feylî
Heşt sal bi ser
koça dawî ya Ebdulrezaq Feylî, heval û dostê Serok Mam Celal û yek ji endamên
damezrîner ên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê re derbas dibin.
Ebdulrezaq
Feylî, endamê desteya damezrîner a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), berî
heşt salan ji ber nexweşiyê li bajarê pizişkî ya Faroq koça dawî kir.
Ebdulrezaq
Feylî mamosteyê Kurdîtiyê, hevalê desteya damezrîner a YNKê, hevalê Serok Mam
Celal û parêzvanê têkoşîna gelê Kurdistanê bû.
Postê dawî
yê heval Ebdulrezaq Feylî yê nemir berpirsiyarê peywendiyên derve yên YNKê bû.
Jînenîgariya Ebdulrezaq Feylî….
Endamê
desteya damezrêner yê Yekîtiya nîştimanî yê Kurdistanê, ew di sala 1945an de li
Bexdayê ji dayik bû.
Wî xwendina
xwe ya seretayî li dibistanek Feyliyan, xwendina piştî navendî jî li dibîstana
Qeşe Yeû`iyan a Amerîkî li Bexdayê temam kir, û paşê wêjeya Îngilîzî li
Zanîngeha Hîkme li Bexdayê xwend.
Kariyera
siyasî ya Ebdulrezaq Feylî di sala 1959an de dest pê kir, dema ku ew di 14
saliya xwe de tevlî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bû. Ji ber temenê wî yê
ciwan, qebûlkirina wî wekî endam heta sala 1961an hate paşxistin. Lê wek
xwendekar karê xwe di rêzên yekîtiya xwendevanên Kurdistanê dewam kir.
Piştî pêketina
şer li Kurdistanê û hilweşandina Sekreteriya Yekîtiya Xwendekaran, wî û çend
hevalên wî li Bexdayê sekreteriyek demkî ji bo Yekîtiya Xwendekaran ava kirin.
Di havîna
1963an de, ew bi gumanbariya têkiliyên bi rêxistinên PDKê re hate girtin, ji
ber vê yekê ew neçar ma ku salek ji dibistanê dûr bikeve.
Di sala
1964an de, piştî darbeya leşkerî ya Ebdulselam Arif, ew hate berdan û vegeriya
xwendina xwe.
Di sala
1967an de ji zanîngehê mezûn bû û di rojnameya Nur de, ku ji hêla baskê mekteba
siyasî ya PDKê li Bexdayê ve dihat weşandin, wekî hesabgir hate damezrandin.
Di sala
1970an de, ew li fermangeha Titûnê li Bexdayê hate damezrandin.
Di sala
1971an de, piştî yekbûna her du baskên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), ew
bû endamê mekteba Sekreteriya Yekîtiya Lawên Kurdistanê û sala din bû Sekreterê
Giştî yê Yekîtiya Lawên Kurdistanê.
Di sala
1974an de, ew tevlî şoreşa Kurd bû û heta dawiya rejîma Baasê xebata xwe
domand.
Piştî
hilweşîna Şoreşa Kurdistanê di sala 1975an de, ew li Nexdeyê bi cih bû û bi Adil
Murad re wekî nûnerê xwendekarên Kurdistanê çû Sûriyeyê.
Di heman
salê de, ew bi Mam Celal re li Sûriyeyê têkilî danîn, ku bi projeya
damezrandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê mijûl bû. Wan wekî du endamên desteya
damezrîner beşdarî damezrandina YNKê bûn.
Di vê demê
de, rêveberiya kampa Qamîşloyê, ku kampek ji bo perwerdekirina yekîneyên
Pêşmerge yên partîzan bû, wekî beşek ji projeya ji nû ve destpêkirina têkoşîna
çekdarî li Kurdistanê, ew spartin wî.
Di sala
1977an de, ew ji Sûriyeyê derket û li Brîtanyayê bi cih bû.
Di sala
1979an de diçe Sûriyê, li wir bi rêya Îranê vegeriya Kurdistanê û li Newzengê
bi cih bû.
Di sala
1981an de ji ber aloziyên di navbera Îran û YNKê de ji aliyê Îranê ve neh mehan
hate girtin.
Di sala
1983an de serbest hate berdan û ji Îranê vegeriya Sûriyê.
Di sala
1984an de ji Sûriyê derket û çû welatê Swêdê.
Piştî
serhildanê, di dawiya sala 1992an de vegeriya Kurdistanê û pileya kargêr li
malbenda yekem a li Silêmaniyê wergirt û dibe berpirsê pêwendiyan.
Di sala
1999an de diçe Brîtanyayê û bû rêveberê malbenda derve ya YNKê. Di vê demê de,
ji bo rêxistina In Diet xebitî, ku belgeyên li ser jenosîd û tawanên li dijî
mirovahiyê kom dikir.
Di sala 2002an
de vegeriya Kurdistanê, heta sala 2005an, Wezîrê Peywendiyan û Alîkarê
Rêveberiya Silêmaniyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû.
Di sala
2009an de bû endamê Komîteya Bilind a Mekteba Rêxistinî.
Di sala
2010an de, ew ji bo Beşa peywendiyên Derve ya mekteba peywendiyên Giştî ya YNKê
hate destnîşan kirin.
Di 13ê
Hezîrana 2018an de li Silêmaniyê koça dawî kir û her li Silêmaniyê hate
veşartin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Pakistan:Peymana Amerîka-Îranê demeke nêzîk dê temam bibe
03:14 PM - 2026-06-13 -
Heşt sal bi ser koça dawî ya Ebdulrezaq Feylî re derbas dibin
01:51 PM - 2026-06-13 -
Li Îraq û Herêma Kurdistanê ezmûnên pola 12an destpê dikin
11:50 AM - 2026-06-13 -
Koma Şano ya Hawarê 4 xelatên navneteweyî bi destxistin
10:39 AM - 2026-06-13
zêdetir tamaşe bike
Trump: Peymana Îranê dê sibê were îmzekirin û Hormiz dê vekirî be
08:37 PM - 2026-06-13
Navnivîsa ji bo vegera penaberên Girê Spî dest pê kir
06:28 PM - 2026-06-13
Beqayî:Peymana Îslam Abadê pirs Etomî têde nîne
05:11 PM - 2026-06-13
Grûpên çekdar zeviyên Kurdan li hin deverên Efrînê desteser dikin
03:58 PM - 2026-06-13
zortrin xwendraw
-
Pakistan:Peymana Amerîka-Îranê demeke nêzîk dê temam bibe
Cîhan 03:14 PM - 2026-06-13 -
Grûpên çekdar zeviyên Kurdan li hin deverên Efrînê desteser dikin
Kurdistan 03:58 PM - 2026-06-13 -
Navnivîsa ji bo vegera penaberên Girê Spî dest pê kir
Kurdistan 06:28 PM - 2026-06-13 -
Beqayî:Peymana Îslam Abadê pirs Etomî têde nîne
Cîhan 05:11 PM - 2026-06-13 -
Jina ku birînên welat bi kameraya xwe bi cîhanê nasand
Nêrîn 10:09 AM - 2026-06-13 -
Amerîkayê serokê tora Tren De Aragua ya Venezuelayê kuşt
Cîhan 11:27 AM - 2026-06-13 -
YNK beşdarî kongreya Partiya Pêşverû ya Holendayê kir
Kurdistan 10:51 PM - 2026-06-13 -
Trump: Peymana Îranê dê sibê were îmzekirin û Hormiz dê vekirî be
Cîhan 08:37 PM - 2026-06-13





.jpg)
Aplîkêşin

