Koma Şano ya Hawarê 4 xelatên navneteweyî bi destxistin

Kurdistan 10:39 AM - 2026-06-13
Koma Hawar PUKMEDIA

Koma Hawar

Koma Şano ya Hawarê bi pêşandana şanoya xwe ya bi nave "Selme", ku nûnertiya Herêma Kurdistanê dike, serkeftinek navneteweyî ya berbiçav bi dest xist, di Festîvala Duodrama a navneteweyî ya (Leyalî Ofir) de, ku pênc rojan li bajarê Silalah li welatê Omanê bi dawî kir, çar xelatên sereke wergirtin.

Derhênerê komê û serokê hilberînê, Nijad Necim, ji PUKMEDIA re ragihand: Şanoya "Selme" karî piraniya xelatên sereke yên festîvalê bidest bixe, û komê çar ji şeş xelatên sereke yên pêşkêşkirî wergirtin. Ev xelat jî ev bûn:

Xelata baştirîn lîstina şanoyê ji bo şanoya "Selme".

Xelata derhênerê herî baş ji bo Nijad Necim

Xelata lîstikvana herî baş ji bo hunermenda Kurdistanî Hawar Faris

Xelata lîstikvana herî baş ji bo hunermendê Fransî Ogerly Ambert

Nijad Necim diyar jî ku karê şanoyê bi herdu zimanan hem bi Kurdî û hem jî bi Îngilîzî hatiye pêşkêş kirin û piştgirî û sponsorgeriya Yekîtiya Kurd a Cîhanê wergirtiye. Wî destnîşan kir ku hem ji panela dadweriyê û hem jî ji temaşevanan pesnê berfireh wergirtiye.

Hêjayî gotinê ye ku Koma Şanoya Hawar, ku navenda wê li Kerkûkê ye, xwedî dîrokeke dewlemend a xelat û pesindanan li gelek festîvalên herêmî û navneteweyî ye. Ev kom pabendbûna xwe ya ji bo berdewamiya hilberandina berhemên şanoyê yên afirîner û navdar ên ku li ser dika cîhanî pêşbaziyê dikin, piştrast dike.

PUKMEDIA/ Rizgar Şiwanî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket