Jina ku birînên welat bi kameraya xwe bi cîhanê nasand

Nêrîn 10:09 AM - 2026-06-13
Dr. Çiya Biraheme PUKMEDIA

Dr. Çiya Biraheme

Hêro Xan

Dîroka şoreşa rizgariya gelê Kurd, ne tenê li qadên şer û bi çekên destê qehremanan ve hatiye nivîsandin; li pişt vê dîrokê îrade, fedakarî û dilsoziya bêdawî ya jinên têkoşer hene ku rêça bûyeran di xalên werçerxê de guhertin. Di rêza pêşîn a van karakterên dîrokî de, navê Hêro Îbrahîm Ehmed (Hêro Xan) wekî sembolek geş derdikeve pêş.

Jinek ku mezinbûna wê ne tenê di jina rêberekî dîrokî wekî Mam Celal de bû, lê di heman demê de wekî dibistanek serbixwe ya têkoşîn, raman û belgekirina êşên neteweya xwe jî bû.

Hêro Xan di navçe û jîngehekê de ku henaseya azadî lê hatibû birrin de ji dayik bû. Ew keça herî mezin a nivîskar, ramanwer û tekoşerê mezin Îbrahîm Ehmed bû.

Mezinbûna di bin siya bavekî rewşenbîr û dayikek dilovan wekî Gelawêj Xan de, hişt ku Hêro Xan ne tenê ji temenê ciwan ve bibe temaşevanek bêdeng, lê di heman demê de kûrahiya pirsgirêkên neteweya xwe jî fêm bike.

Ev paşxaneya dewlemend a rewşenbîrî bû hêvana wê yekê ku jiyna hevjîniyê bi Mam Celal re pêkbîne, wekî du hevsenger û hevbeşên rastîn di projeyek neteweyî ya mezin de destpê bikin.

Di dawiya salên 70an de û destpêka salên 80an ya borî de, dema ku rejîma Baasê siyaseta herî hovane ya qirkirin û tunekirinê li dijî gelê Kurd dimeşand, Hêro Xan ne amade bû ku li derveyî welêt jiyanek rehet bijî, wê rêya dijwar a çiyan hilbijart; Ew bû yek ji jinên pêşeng ku çanda serdest a civakê şikand û li kêleka Pêşmergeyên qehreman jiyana xwe derbas kir.

Hebûna wê li çiyayan ne tenê piştgiriyek manewî bû, lê di heman demê de peyamek girîng bû ji bo piştrastkirina hevsengî û wekheviya mêr û jinan di qurbanîdana ji bo axê de.

Mezintirîn û degmentirîn rola Hêro Xan di dema têkoşîna çekdarî de bi rêya eynika kameraya wê hate afirandin. Di wê serdemê de ku makîneya propagandaya Baasê dixwest rastiyê xera bike û tawanên xwe veşêre, Hêro Xan bi kamerayek vîdyoyê digeriya û bû şahidek zindî ya dîrokê.

Dîmenên êrîşên kîmyayî yên li ser Kurdistanê, wêrankirina gundan û êşa dayik û zarokên Kurd bi rêya eynika kameraya wê hatin parastin û gihîştin navend û dadgehên navneteweyî.

Di heman demê de, wê karî kêliyên bêhnvedanê, civînên siyasî û jiyana sade li çiyayan tomar bike, ku niha arşîva neteweyî ya herî mezin û dewlemend a gelê Kurd e. Bi dîtina min, ew bi rastî jî heq dike ku sernavê "Tomarvana Birînên Welat" bigire.

Piştî rizgarî û pêvajoya azadiya Îraqê, dema ku Mam Celal wekî yekem serokomarê Kurd di dîroka Îraqê de hate hilbijartin, Hêro Xan bû xanima yekem a welêt.

Di vê qonaxa nû de jî, wê ew nêrînên xwe yên şoreşgerî neguherand, belkû ew ber bi têkoşînek sivîl û çandî ve veguhast. damezrandina navenda ronakbîrî ya Xak, TV û Radyoya Xak, û kovar û saziyên taybet ku ji bo zarok û jinan hatine veqetandin şahidiya wê rastiyê dikin ku Hêro Xan baweriyek kûr bi girîngiya çand û pêşkeftina mirovan hebûye.

Ew her gav sîwanek aram bû ji bo komkirin û piştevanîkirina hunermendan, nivîskaran û rojnamevanan bi bê cudahî.

Hêro Îbrahîm Ehmed ne tenê navekî asayî ye di rûpelên dîrokê de, belkû sembola îrade, hêz û dilsoziya jinên Kurd e.

Wê nîşan da ku jin dikare li çiyayan şoreşger û belgefîlmkar be, li bajêr jî parêzvana çand û rewşenbîran be, û li koşkên serokatiyê dîplomatek aram û bi bandor be.

Bîranîn û têkoşîna Hêro Xan dê her gav di wijdanê neteweya me de wekî beşek zêrîn û zindî bimîne.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket