Grûpên çekdar zeviyên Kurdan li hin deverên Efrînê desteser dikin
Kurdistan 03:58 PM - 2026-06-13
Rewangeha Sûrî bo Mafên Miroavan
Bajrê Efrînê
Çavkaniyên
ji Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan li gundewarê Efrîn ragihandin ku kesên ku
berê di komîteyên aborî yên girêdayî komên "Artêşa Nîştimanî ya
Sûriyeyê" yên ku ji aliyê Turkiyê ve têne piştgirîkirin de kar dikin, li
gundê Çeqmeq ya Mezin li navçeya Raco ya gundewarê Efrînê, zeviyê çandiniyê yê
ku bi darên Zeytûnê hatibû çandin, desteser kirin.
Li gorî çavkaniyan, zeviyên gundiyan bi behaneya ku
xwediyên wan di tomarên fermî yên zeviyan de tomar ne kirine, hatine
desteserkirin,li ser van herêman xebata cotkirin û veberhênanê dest pê kir,
digel dabînkirina makîne û alavên çandiniyê ji bo îstîsmarkirinê.
Van pêşketinan di nav gundiyan de alozî û nerazîbûn
derxistiye holê, yên ku tiştê diqewime wekî destdirêjiyeke li ser milkên wan yên
çandiniyê dibînin,ew hişyar dikin ku berdewamiya bûyerên bi vî rengî dê
bandorek neyînî li ser aramiya herêmî bike, tirsa niştecihan û kesên koçber
kûrtir bike, û di nebûna garantiyên yasayî yên ji bo parastina mafên milkê û
pêşîgirtina li nakokiyên milkê de, ji bo her axaftina li ser vegera ewle û
dilxwaz astengiyek çêbike.
Şêniyên wê deverê bang li rayedarên peywendîdar yên
rêveberiya herêma Efrîn kirin ku bi lezgînî destêwerdanê bikin daku van
kiryaran rawestînin, mafên xwediyên wan vegerînin û dawî li desteserkirina
dubare ya zeviyên çandiniyê yên li herêmê bînin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

