Serokwezîrê Brîtanyayê: Em beşdarî şerê Îranê nabin

Cîhan 02:16 PM - 2026-03-27
Serokwezîrê Brîtanyayê Kier Starmer PUKMEDIA

Serokwezîrê Brîtanyayê Kier Starmer


Serokwezîrê Brîtanyayê tekez kir ku welatê wî beşdarî şerê li dijî Îranê nabe ji ber ku ne di berjewendiya wî de ye ku tevlî bibe.

Serokwezîrê Brîtanyayê Kier Starmer ji rojnamevanan re got ku welatê wî rasterast beşdarî şerê li dijî Îranê nabe û ziyanê naghîne bercewendiyên welêt.
Di vê navberê de, Kier Starmer ew yek aşkire kir ku Dewletên Yekbûyî baregehên xwe yên leşkerî di şer de bikar tîne.

Serokwezîrê Brîtanyayê Kier Starmer got ku welatê wî bi xemgîniyeke mezin pêşketinên leşkerî yên bilez li Rojhilata Navîn dişopîne.
Di vê navberê de, ji ber şerê Îranê, têkiliyên Amerîkayê bi welatên Ewropa û Brîtanyayê re aloz bûne û Serokê Amerîkayê jî welatên Ewropa û NATOyê wekî "pilingên ser kaxezê" bi nav kir. Her wiha ragihand ku: Serokwezîrê niha yê Brîtanyayê wekî Winston Churchill mezin nîn e.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket