Îran: 350 keşt li benda derbasbûnê di Hormizê re ne

Cîhan 01:05 PM - 2026-03-27
Tengava Hormizê PUKMEDIA

Tengava Hormizê

Îran radigihîne ku 350 keştiyên nefthilgir ji bo derbasbûna ji Tengava Hormizê li benda destûrê ne û Serokê Amerîkayê jî eşkere dike ku 10 keştî di tengavê re derbas bûne.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Fars: Ew keştiyên ku hîn li Kendava Umanê û Kendava Farsê li benda derbasbûna ji Tengava Hormizê ne, 350 keştî ne, 25 ji wan keştiyên mezin ên veguhastina neftê ne, 200 keştî nefthilgirên asayî ne û 70 keştiyên din jî taybet in bi veguhastina gaza xwezayî.

Li gorî rapora medyaya Îranê: Ger ji her keştiyeke bazirganî û nafthilgir ji bo derbasbûna ji Tengava Hormizê du mîlyon dolar bê wergirtin, dahata salane ya Îranê ji wê tengavê digihîje 20 heta 100 mîlyar dolarî, ji ber ku rojane nêzîkî 150 keştî neçar in di Tengavê re derbas bibin.
Ji aliyekî din ve, Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, di çend rojên borî de Îraniyan jê re gotine ku ew ê rê bidin heşt keştiyan, lê piştre kirine 10 keştî û bi gotina Trump, ev pêngav nîşaneya niyeta baş a Tehranê ye ji bo danûstandin û rêkeftinê.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket