Geştiyeke petrolhigir ya Tirkiyê hatiye armancgirtin

Cîhan 10:34 AM - 2026-03-26
Geştiyê petrolhilgirê Tirkiyê odatv

Geştiyê petrolhilgirê Tirkiyê

Medyayên Tirkiyeyê belav kirin ku keştiya petrol hilgir ya bi navê Alturay ya Tirkiyeyê, li Deryaya Reş ji aliyê dronekê ve hatiye armancgirtin.

Sibehê îro Pêncşemê, 26ê Adara 2026an dengê teqîneke bihêz ji Deryaya Reş hat bîstin û medyayên Tirkiyeyê ragihandin: Keştiyeke petrolê ya bi navê Alturay ku ji Rûsyayê bi rê ketibû, ji aliyê dronekê ve hatiye armancgirtin û di encamê de zirar gihîştiye keştiyê.

Her wiha wan ragihandiye: Keştiyê 140 hezar ton petrol hilgirtibû, di encama teqînê de av çûye nava odeya makîneya keştiyê û piştre keştiyên hawarçûnê û tîmên ewlehî û parastina deryayî bo cihê bûyerê hatine şandin.


PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket