Cîgirê Serokê MHPê: Divê Cejna Newrozê li Turkiyê bi fermî bibe

Kurdistan 11:20 AM - 2026-03-24
Fetî Yildiz Cîgirê serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Haber Turk Tv

Fetî Yildiz Cîgirê serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP)

Cigirê serokê MHPê bang li partiyên siyasî kir û got: Divê Cejna Newrozê li Turkiye bibe cejneke fermî.

Fetî Yildiz aşkere kir ku ew wekî MHP amade ne ku li parlemenê pêşengiya pêngaveke wiha bikin û derbarê pêvajoyê jî got:Di warê gavên kargêrî û yasayî de bendewariyeke mezin heye.

Fetî Yildiz Cîgirê serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP), ji bo televizyona Haberturkê ragihand, derbarê pêvajoyê di nava civakê de bendewariyeke mezin heye û got:Di çarçoveya raporta komisyona parlemenê de divê li parlemen bi awaye dû beşan sererastkirin bên pêkanîn.

Yildiz diyar kir, di beşa yekem de, divê derbarê endamên rêxistinê yasayeke taybet û demkî were derxistin, lê ji bo vê yekê misogerî pêdviye, weke misogeriya xwe hilweşandin û çek danîna rêxistinê.

Her wiha got, beşa duyem jî demokratîkbûnê li xwe digre, di vê çarçoveyê de jî dikarin mijara rakirina qeyûman bigrin dest, ji bo vê yekê pêdivî bi misogeriyê nîne û dikarin yekser dest bavêjin.

Fetî Yildiz derbarê cejna Newrozê jî got:Em dikarin hertim weke îsal di nava biratiyê de cejna Newrozê ku di heman dem de cejna Turkan e jî pîroz bikin û da diyarkirin ji bo ku cejna Newrozê bibe cejneke fermî, ew wek MHPyê amade ne li parlemenê pêşengiya pêngaveke wiha bikin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket