Qubad Talebanî: Çi gefek li ser bazarê nîne

Kurdistan 04:39 PM - 2026-03-12
Qubad Talebanî, Cîgirê Serokwezîr Nivîsgeha Ragihandina Qubad Talebanî

Qubad Talebanî, Cîgirê Serokwezîr

Qubad Talebanî

Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîr li Silêmaniyê bi hejmarek bazirganên xwarinê re civiya daku rewşa bazarê piştrast bike û pêdiviyên bingehîn yên welatiyan dabîn bike.

Di civîna roja Pêncşemê (12/03/2026)an de, Cîgirê Serokwezîr ragiand ku, ewê hemû tedbîrên pêwîst bigirin daku xwarin û pêdiviyên bingehîn yên welatiyan dabîn bikin û tekez kirin dê dayîn bi destkarîkirina bihayan û zêdekirina buhayê pêdiviyên xelkê.

Piştî gotûbêjkirina li ser tedbîran, bazirganan ji Qubad Talebanî re piştrast kirin ku xwarin û pêdiviyên bingehîn yên welatiyan li depoyên Silêmaniyê têne dabînkirin û çi metirsiyek li ser bazarê nîne.

Derbarê hawirdekirina xwarinê ji bo pêşerojê jî, Qubad Talebanî amadebûna hikûmetê ji bo dabînkirina her cûre alîkarî û hêsankariyan ji bazirganan re nîşan da.

Di beşek din ya civînê de, behsa karê ji bo zêdekirina hilberîna navxweyî û dirustkirina kargehên nû di pîşesaziya xwarinê de hate kirin.

Di vî warî de, piştî gotûbêjeke berfireh, li ser hindek tedbîrên pêwîst biryar hat dayîn ku hikûmet û kerta taybet divê bi hevre di dirustkirina hejmarek kargehên nû de hevkariyê bikin, di vê çarçoveyê de, Qubad Talebanî amadebûna xwe û hikûmet nîşan da ku hêsankariyên pêwîst ji bo veberhêner û karsazan peyda bikin.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket