Qubad Talebanî: Emê çalakiyên çandî bêtir geş bikin

Kurdistan 02:59 PM - 2026-03-12
Qubad Talebanî PUKMEDIA

Qubad Talebanî

Qubad Talebanî


Qubad Talebanî radigihîne: Ji niha û pê ve bi hevkariya ligel Serdem û dezgeh û navendên din, em dê bêtir hewl bidin ji bo geşkirin û bihêzkirina çalakiyên çandî û rewşenbîrî, em ê Silêmaniyê wekî paytexta rewşenbîrî ne tenê li ser asta Kurdistanê, lê belê di navçeyê de jî bikin pêşeng.

Qubad Talebanî, Cîgirê Serokwezîrê Herêmê, di serdana Dezgeha Çap û Weşana Serdemê de û di hevdîtina bi hejmarek nivîskar û ronakbîrên diyar ên Silêmaniyê re ragihand: Bajar tenê ji kolan, bazar û avahiyan pêk nayê; heger kolan û avahî laşê bajar bin, çand, edebiyat û çalakiyên hizrî û ronakbirî ruhê bajar in.

Her wiha ragihand: Rojek tê ku kolan û avahî kevin dibin û ji kar dikevin, lê çand, huner, edebiyat, hizir û ramanên geş, cîhanbînî û şêwazê jiyan, kiryar û reftara nifşan diyar dikin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket