Berdereş û Akrî li Badînan bûne deriyê serhildanê
Kurdistan 10:09 AM - 2026-03-12
PUKMEDIA
Serhildan
Îro Çarşemê 12ê Adarê salroja azadkirina bajarokên Berdereş û Akriyê û devera Badînan ji dest rêjîma Beis di sala 1991an de ye û gel di heyameke kurt de karîn hemû sazî û dezgehên hikûmetê azad bikin û rêjîmê ji wan derbixin.
Rizgarkirina van deveran bûye fakterek girîng û handanek bihêz ji bo girseya gel ji bo berdewamiya meşa xwe ya azadkirina hemû navçeyên Kurdistanê ji bin destê rêjîma berê.
Çirûska serhildanê di 5’ê Adara 1991’an de li bajarê Ranye ku ji wê demê ve weke “Deriyê Serhildanê” tê binavkirin, dest pê kir, bajar û hemû deverên derdora wê hatin rizgarkirin, û serhildan berfereh bû û gihîşt Silêmaniyê di 7ê Adarê de, ku xelkê wê karîbûn dest deynin ser hemû sazî û dezgehên hikûmetê, piştî ku hêzên ewlehiy reviyan.
Di 9ê Adarê de, Koye, Şeqlawa û Kifrî hatin rizgarkirin, di 10ê Adarê de deverên din ên nêzîkî Hewlêrê ji wan havîngeha Selahedîn, Teq Teq, Rewanduz, Herîr, Hacî Omran, Mêrgasor û gelek deverên din ên parêzgeha Hewlêrê hatin rizgarkirin.
Di 12’ê Adarê de navçeyên Celewla, Mexmûr, Aqra, Xaneqîn û Şêxan hatin rizgarkirin.
Roja din navçeya Zaxoyê hat rizgarkirin û piştî wê jî di 14ê Adara 1991ê de bajarê Dihokê hat rizgarkirin û bi hatina cejna neteweyî ya Newrozê di 21ê Adara 1991ê de serhildan bi azadkirina bajarê Kerkûkê bidawî hat.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

