Karwan Gezneyî: Pêşanîya Serok Bafil û YNKê baştirkirina jiyana welatiyan e
Kurdistan 07:11 PM - 2026-02-14
PUKMEDIA
Karwan Gezneyî, Berdevkê Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanê
Karwan Gezneyî, Berdevkê Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanê ragihand ku, Pêşîniya
Serok Bafil û hizba wî baştirkirina jiyana welatiyên herêmê ye û YNK piştrast
dike ku hemû kadro dê di guhertinan de cih bigirin û kes dê neyê qutkirin,
hevdem xizmên şehîdan, kêmendamên çeperan, qurbaniyên Enfalê, ciwan û kesên
xwedî bawername dê beşdarî guhertinên pêşerojê bibin.
Karwan Gezneyî, Berdevkê Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanê di kongreyek
rojnamevanyê de ragihand ku, her wekî ku me berê ragihandibû, piştî Hilbijartina
Civata Nûneran ya Îraqê, YNK dê li ser bingeha siza û padeştê dest bi
guhertinan di organên xwe de bike ku armanc ew e ku xwe li gorî mercên siyasî,
civakî, aborî û ewlehiyê biguncînin, ku ev ji bo karûbarên hizbî pêwîst e, di
heman demê de guhertin her tim beşek ji YNKê bûye.
Her wiha got:Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) her tim nûjenkirinê
wekî pêşanî dîtiye, ji ber vê yekê armanceke din ya guhertinan ji nû ve
avakirina organên YNKê ye,di demekê de ku, hizib, bi serokatiya Serok Bafil
Celal Talabanî, pêngavên mezin avêtine ji bo nûjenkirin û dirustkirina peywendiêan
dîplomatîk ji bo berjewendiya gelê me avêtiye.
Kawan Gezneyî got: Guhertin yekbûna hin mektebên YNKê û dirustkirina
hejmarek saziyên nû yên wekî mekteba Karûbarên Rêxistinî û çend desteyên
rêxistinî li xwe digire, di heman demê de, xizmên serbilind yên şehîdan, kêmendamên
çeperan û qurbaniyên Enfalê dê di guhertinên pêşerojê de pêşîniya hizba me bin.
Navbirî got:YNKê dê bibe platformek ji bo anîna pêş ciwanan, bi riya
tevlihevkirina ciwanan û ezmûna şoreşgerî dê guhertinan pêk bîne, di heman
demê de, YNKê dixwaze bi anîna kesên jêhatî û bi rihekî nû yê karkirin û guhertinan bike.
Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) got:Tê gotin ev pêngav
hewldanek e ji bo qutkirina hindek kadroyan û dûrxistina wan, weke YNK,
em ji hemû organ, endam û alîgirên xwe re piştrast dikin ku guhertin dê ewqas
mezin bin ku hemû kadro dê werin guhertin û YNKê mala mezin e û kes ji wê
zêdetir nîne û çi kesek ji nan nayê qutkirin.
Her weha got: Hevdîtina di navbera Birêz Masûd û Birêz Bafil de civînek
pir erênî bû, her çend çi rêkeftinek çênebûye, lê, gotûbêj li ser
pirsgirêkên ewlehî, aborî û siyasî yên heyî yên li herêmê û çawaniya dîtina
çareseriyan ji bo pirsgirêkên neteweyî yên bilind bûn, di heman demê de
parastina Herêma Kurdistanê mijara herî girîng e û her du alî jî li hev dikin
ku xelkê Herêma Kurdistanê şayanê jiyaneke baş in.
Gezneyî aşkere kir ku di civîna îro ya Civata Serkirdayetiyê de ev hemû
mijarên girîng hatine gotûbêj kirin.
Hevdem Karwan Gezneyî Berdevkê Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di bersiva rojnamevaniyê de ragihand
ku, jiyan û mercên dijwar yên welatiyan me neçar kiriye ku em hemû hewldanên
xwe ji bo gihîştina rêkeftinek konkret û xizmetkirina rastîn ya gelê Kurdistanê
zêde bikin, weke YNK, em rêz li wê coşa neteweyî ya ku hatiye afirandin digirin û me
bi tevahî piştgirî daye wê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Peyama rêberê Îranê: Berdewamiya girtina Tengava Hormuzê û avakirina têkiliyên dostane bi welatên cîran re.
05:08 PM - 2026-03-12 -
Banka Navendî: Di navbera buhayê dolarê kevin û yê nû de ti cudahî tune
12:19 PM - 2026-03-12 -
Nirxê petrolê gihîşte 100 dolarî
09:15 AM - 2026-03-12 -
Mazlûm Ebdî peyama sersaxiyê bo şehadeta Salih Muslim
12:02 AM - 2026-03-12
zêdetir tamaşe bike
Qubad Talebanî: Emê çalakiyên çandî bêtir geş bikin
02:59 PM - 2026-03-12
Tengava Hurmuzê rojane 20 milyon bermîl petrolê kêm dike
12:51 PM - 2026-03-12
Ji ber dorpêçê rewşa tenduristiyê li Kobanê xirabtir bûye
11:47 AM - 2026-03-12
Şeva borî 17 êrîş bi ser Hewlêrê hatin kirin
10:29 AM - 2026-03-12
zortrin xwendraw
-
Qubad Talebanî: Çi gefek li ser bazarê nîne
Kurdistan 04:39 PM - 2026-03-12 -
Berdereş û Akrî li Badînan bûne deriyê serhildanê
Kurdistan 10:09 AM - 2026-03-12 -
Şeva borî 17 êrîş bi ser Hewlêrê hatin kirin
Kurdistan 10:29 AM - 2026-03-12 -
Ji ber dorpêçê rewşa tenduristiyê li Kobanê xirabtir bûye
Kurdistan 11:47 AM - 2026-03-12 -
Nirxê petrolê gihîşte 100 dolarî
Aborî 09:15 AM - 2026-03-12 -
Banka Navendî: Di navbera buhayê dolarê kevin û yê nû de ti cudahî tune
Aborî 12:19 PM - 2026-03-12 -
Peyama rêberê Îranê: Berdewamiya girtina Tengava Hormuzê û avakirina têkiliyên dostane bi welatên cîran re.
Cîhan 05:08 PM - 2026-03-12 -
Qubad Talebanî: Emê çalakiyên çandî bêtir geş bikin
Kurdistan 02:59 PM - 2026-03-12





.jpg)
Aplîkêşin

