Li Cinêvê danûstanên cuda li ser Ukrayna û Îranê dê bên kirin
Cîhan 09:46 AM - 2026-02-14
Ajansa Nûçeyan ya Qeterê
Nûnerê taybet yê Amerîkî Steve Witkoff, Jared Kushner û Wezîrê Derve yê Omanê Bedir Bin Hemed El-Busaîdî di civîneke berê ya li ser Îranê de.
Nûnerê taybet yê Amerîkî Steve Witkoff, Jared Kushner û
Wezîrê Derve yê Omanê Bedir Bin Hemed El-Busaidi di civîneke berê ya li ser
Îranê de.
Çavkaniyek agahdar roja Înê ji Reuters re got ku du gerên
danûstandinên dîplomatîk, yên derbarê Ukrayna û Îranê ne, dê roja Sêşemê li Cinêvê
bên encamdan.
Tê çavrê kirin ku şandeyek Amerîkî, ku di nav wan de nûner Steve Witkoff û
Jared Kushner hene, roja Sêşemê danê sibehê bi nûnerên Îranî re dê bicive û li
gorî wê çavkaniyê, rayedarên Omanî dê beşdarî gotûbêjên Amerîka-Îranê bibin û
navbeynkariyê bikin.
Piştî nîvro, Witkoff û Kushner dê beşdarî gotûbêjên sêalî bi nûnerên Rûsya û
Ukrayna re bibin.
Serokê Amerîka Donald Trump piştî serkutkirina xwepêşanderan zext li ser
Tehranê zêde kiriye û hebûna deryayî ya Amerîkî li herêmê xurt kiriye, di heman
demê de, ew hewl dide ku hem Ukrayna û hem jî Rûsya han bide daku bigihîjin
rêkeftinekê ji bo bidawîkirina dagirkirina çar-salî ya Moskowê ya li ser
Ukrayna.
Bi awayekî cuda, Axios ragihand ku Elî Larîcanî, Sekreterê Konseya Bilind ya
Ewlekariya Neteweyî ya Îranê, bi riya navbeynkarên Omanî peyamek ji Amerîka wergirtiye.
Gera yekem ya danûstandinan di navbera Îran û Amerîka de roja 6ê Sibatê li
Omanê hatibû encamdan.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Peyama rêberê Îranê: Berdewamiya girtina Tengava Hormuzê û avakirina têkiliyên dostane bi welatên cîran re.
05:08 PM - 2026-03-12 -
Banka Navendî: Di navbera buhayê dolarê kevin û yê nû de ti cudahî tune
12:19 PM - 2026-03-12 -
Nirxê petrolê gihîşte 100 dolarî
09:15 AM - 2026-03-12 -
Mazlûm Ebdî peyama sersaxiyê bo şehadeta Salih Muslim
12:02 AM - 2026-03-12
zêdetir tamaşe bike
Qubad Talebanî: Emê çalakiyên çandî bêtir geş bikin
02:59 PM - 2026-03-12
Tengava Hurmuzê rojane 20 milyon bermîl petrolê kêm dike
12:51 PM - 2026-03-12
Ji ber dorpêçê rewşa tenduristiyê li Kobanê xirabtir bûye
11:47 AM - 2026-03-12
Şeva borî 17 êrîş bi ser Hewlêrê hatin kirin
10:29 AM - 2026-03-12
zortrin xwendraw
-
Qubad Talebanî: Çi gefek li ser bazarê nîne
Kurdistan 04:39 PM - 2026-03-12 -
Berdereş û Akrî li Badînan bûne deriyê serhildanê
Kurdistan 10:09 AM - 2026-03-12 -
Şeva borî 17 êrîş bi ser Hewlêrê hatin kirin
Kurdistan 10:29 AM - 2026-03-12 -
Ji ber dorpêçê rewşa tenduristiyê li Kobanê xirabtir bûye
Kurdistan 11:47 AM - 2026-03-12 -
Nirxê petrolê gihîşte 100 dolarî
Aborî 09:15 AM - 2026-03-12 -
Banka Navendî: Di navbera buhayê dolarê kevin û yê nû de ti cudahî tune
Aborî 12:19 PM - 2026-03-12 -
Peyama rêberê Îranê: Berdewamiya girtina Tengava Hormuzê û avakirina têkiliyên dostane bi welatên cîran re.
Cîhan 05:08 PM - 2026-03-12 -
Qubad Talebanî: Emê çalakiyên çandî bêtir geş bikin
Kurdistan 02:59 PM - 2026-03-12





.jpg)
Aplîkêşin

