Wezareta Derve ya Îraqê: Daxuyaniyên Hakan Fîdan destwerdane di karûbarên Îraqê de
Kurdistan 02:52 PM - 2026-02-11
Wah
Beşek ji civînê
Wezareta Karên Derve ya Îraqê îro Çarşemê rêkefta (11-02-2026) an,
piştrast kir ku daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Turkiyê Hakan Fîdan sivakatê ye li peywendiyên
bi Turkiyê re û destwerdana karûbarên navxweyî yên Îraqê.
Di daxuyaniyek ya wezaretê de, ku ji hêla
(PUKMEDIA) ve hatiye dîtin, dibêje ku Wezareta Karên Derve li baregeha wezaretê
mêvandariya balyozê Turkiyê li Îraqê, Anil Bora Inan kir, li hemberî
daxuyaniyên dawî yên Wezîrê Derve yê Turkiyê Hakan Fîdan ku di hevpeyvînek
televîzyonê ya li ser CNN Turk de di 9ê Şibat ya 2026 an de.
Li gorî daxuyaniyê, Cîgirê Wezîrê Peywendiyên Dualî, Balyoz Mihemed
Husên Behir El Ilûm,ne razîbûna Îraqê li hemberî daxuyaniyên ku di medyayê de
belav dibin anî ziman,û tekez kir ku ew sivakatîkirine bi peywendiyên dostane
yên navbera Îraq û Turkiye, û destwerdana di karûbarên navxweyî yên Îraqê de û
binpêkirina normên dîplomatîk in.
Her weha tekez kir ku, Îraq welatekî saziyan e ku xwedî sîstemeke siyasî ya demokratîk ya
destûrî ye, û nayê berawirdkirin bi welatên din yên xwedî sîstemên siyasî yên
cuda.
Derbarê karûbarên navxweyî de,Cîgirê Wezîr tekez
kir ku dosyaya Şingal û herêmên din yên Îraqê bi tevahî mijarek neteweyî ye, û tekez
kir ku li gorî pêşanî û mekanîzmayên neteweyî tê çareserkirin, û her
destwerdana derveyî ji bo sepandina çareseriyan an jî bikaranîna vê pirsgirêkê
ji bo bandora siyasî an leşkerî tê redkirin.
Ji aliyê xwe ve, balyozê Turkiyê diyar kir ku daxuyaniyên
Wezîrê Derve ji ber wergereke xelet şaş hatiye têgihîştin, û destnîşan kir ku siyaseta
welatê wî ya li hemberî Îraqê hevgirtî ye, rêzê li serweriya wê digire û
destwerdanê di karûbarên navxweyî yên wê de nake.
Di dawiya civînê de, balyozê Turkiyê tekez li ser dilsoziya hikûmeta xwe
ji bo xurtbûna peywendiyên di navbera her du welatan de kir, piştrast kir ku ewê
helwest û gumanên Îraqê ji serokatiya xwe re vebêje, û girîngiya domandina peywendiyên
dualî bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên her du gelên hevsê bike, anî ziman.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Peyama rêberê Îranê: Berdewamiya girtina Tengava Hormuzê û avakirina têkiliyên dostane bi welatên cîran re.
05:08 PM - 2026-03-12 -
Banka Navendî: Di navbera buhayê dolarê kevin û yê nû de ti cudahî tune
12:19 PM - 2026-03-12 -
Nirxê petrolê gihîşte 100 dolarî
09:15 AM - 2026-03-12 -
Mazlûm Ebdî peyama sersaxiyê bo şehadeta Salih Muslim
12:02 AM - 2026-03-12
zêdetir tamaşe bike
Qubad Talebanî: Emê çalakiyên çandî bêtir geş bikin
02:59 PM - 2026-03-12
Tengava Hurmuzê rojane 20 milyon bermîl petrolê kêm dike
12:51 PM - 2026-03-12
Ji ber dorpêçê rewşa tenduristiyê li Kobanê xirabtir bûye
11:47 AM - 2026-03-12
Şeva borî 17 êrîş bi ser Hewlêrê hatin kirin
10:29 AM - 2026-03-12
zortrin xwendraw
-
Qubad Talebanî: Çi gefek li ser bazarê nîne
Kurdistan 04:39 PM - 2026-03-12 -
Berdereş û Akrî li Badînan bûne deriyê serhildanê
Kurdistan 10:09 AM - 2026-03-12 -
Şeva borî 17 êrîş bi ser Hewlêrê hatin kirin
Kurdistan 10:29 AM - 2026-03-12 -
Ji ber dorpêçê rewşa tenduristiyê li Kobanê xirabtir bûye
Kurdistan 11:47 AM - 2026-03-12 -
Nirxê petrolê gihîşte 100 dolarî
Aborî 09:15 AM - 2026-03-12 -
Banka Navendî: Di navbera buhayê dolarê kevin û yê nû de ti cudahî tune
Aborî 12:19 PM - 2026-03-12 -
Peyama rêberê Îranê: Berdewamiya girtina Tengava Hormuzê û avakirina têkiliyên dostane bi welatên cîran re.
Cîhan 05:08 PM - 2026-03-12 -
Qubad Talebanî: Emê çalakiyên çandî bêtir geş bikin
Kurdistan 02:59 PM - 2026-03-12





.jpg)
Aplîkêşin

