Zimanzanê Kurd Mehmed Emîn Bozarslan li Swêdê koça dawî kir
Kurdistan 10:06 AM - 2026-02-10
Kurd Bainet
Zimanzanê Kurd Mehmed Emîn Bozarslan
Nivîskar û zimanzan Mehmet Emîn Bozarslan di 90 saliya xwe de li Swêdê
koça dawî kir.
Nivîskar, zimanzan û wergêrê Kurd Mehmet Emîn Bozarslan, li bajarê
Uppsala yê Swêdê ku 45 sal in lê sirgûn bû, koça dawî kir.
Mehmet Emîn Bozarslan bi xebatên xwe yên li ser alfabeya Kurdî, ferheng
û gelek wergerên xwe, ji bo parastin û pêşxistina zimanê Kurdî kedekî mezin da
û li pey xwe zêdetirî 50 berhem hêla.
Malbata navbirî aşkere kir ku merasîma sersaxiyê (şîn) dê li bajarê
Uppsala ya welatê Swêdê bê danîn û bangî li dost û hevalan hat kirin ku dikarin
beşdar bibin.
Mehmed Emîn Bozarslan li ser wêje û zimanê Kurdî bi dehan pirtûk
nivîsandiye.
Mehmed Emîn Bozarslan (15ê Îlona 1935 li navçeya Lîcey a bajarê Amed ya Bakurê Kurdistanê
ji dayîk bûye,
Di sala 1978an de wek penaxwazekî siyasî koçî Swêdê kir û ji wê demê ve
li Uppsala, Swêdê dijî.
Berhemên Mehmed Emîn Bozarslan
Xebatên Ziman û Ferheng:
Alfabê (1968): Yekem alfabeya Kurdî ya bi tîpên Latînî ku li Tirkiyeyê
hat çapkirin.
Ferhenga Kurdî-Turkî (1978): Di qada xwe de yek ji çavkaniyên herî
berfireh e.
Lêkolînên Siyasî û Civakî:
Pirsgirêkên Rojhilat - 1966): Xebateke dîrokî ku bi daneyên îstatîstîkî
aborî û civakiya herêmê dinirxîne.
Ji Aliyê Îslamiyetê ve Şêxîtî û Axatî - 1964: Rexneya avaniyên olî û
feodal.
Pirsgirêka Xîlafet û Ummetîtiyê - 1967.
Wergerên Klasîk û Edîtorî (Veguhestina tîpên Latînî):
Mem û Zîn: Berhema nemir ya Ehmedê Xanî wergerand Turkî.
Şerefname: Wergera berhema Şerefxanê Bedlîsî ya li ser dîroka Kurdan.
Govara Jîn û Rojnameya Kurdistan: Weşanên pêşîn yên Kurdî yên serdema
Osmanî ji tîpên Erebî veguhastin tîpên Latînî û di 5 cîldan de weşandin.
Dîroka Kurdên Merwanî: Wergera ji Îbnul-Ezraq.
Wêjeya Zarokan û Folklora Kurdî (Çîrok û Henek):
Meyro, Mîr Zoro, Gurê Bilûrvan, Kêz Xatûn, Pepûk.
Melayê Meşhûr: Berhevoka henekên Kurdî.
Kemal Paşa Weledê Kê Ye?: Rexne û mijarên siyasî.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Peyama rêberê Îranê: Berdewamiya girtina Tengava Hormuzê û avakirina têkiliyên dostane bi welatên cîran re.
05:08 PM - 2026-03-12 -
Banka Navendî: Di navbera buhayê dolarê kevin û yê nû de ti cudahî tune
12:19 PM - 2026-03-12 -
Nirxê petrolê gihîşte 100 dolarî
09:15 AM - 2026-03-12 -
Mazlûm Ebdî peyama sersaxiyê bo şehadeta Salih Muslim
12:02 AM - 2026-03-12
zêdetir tamaşe bike
Qubad Talebanî: Emê çalakiyên çandî bêtir geş bikin
02:59 PM - 2026-03-12
Tengava Hurmuzê rojane 20 milyon bermîl petrolê kêm dike
12:51 PM - 2026-03-12
Ji ber dorpêçê rewşa tenduristiyê li Kobanê xirabtir bûye
11:47 AM - 2026-03-12
Şeva borî 17 êrîş bi ser Hewlêrê hatin kirin
10:29 AM - 2026-03-12
zortrin xwendraw
-
Qubad Talebanî: Çi gefek li ser bazarê nîne
Kurdistan 04:39 PM - 2026-03-12 -
Berdereş û Akrî li Badînan bûne deriyê serhildanê
Kurdistan 10:09 AM - 2026-03-12 -
Şeva borî 17 êrîş bi ser Hewlêrê hatin kirin
Kurdistan 10:29 AM - 2026-03-12 -
Ji ber dorpêçê rewşa tenduristiyê li Kobanê xirabtir bûye
Kurdistan 11:47 AM - 2026-03-12 -
Nirxê petrolê gihîşte 100 dolarî
Aborî 09:15 AM - 2026-03-12 -
Banka Navendî: Di navbera buhayê dolarê kevin û yê nû de ti cudahî tune
Aborî 12:19 PM - 2026-03-12 -
Peyama rêberê Îranê: Berdewamiya girtina Tengava Hormuzê û avakirina têkiliyên dostane bi welatên cîran re.
Cîhan 05:08 PM - 2026-03-12 -
Qubad Talebanî: Emê çalakiyên çandî bêtir geş bikin
Kurdistan 02:59 PM - 2026-03-12





.jpg)
Aplîkêşin

