Rifet Ebdula: Tomara têkoşîna Serok Mam Celal tijî ye ji murafeayan

Kurdistan 10:08 AM - 2026-02-09
Rifet Abdulah Cîgirê Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA

Rifet Abdulah Cîgirê Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê

Cîgirê Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê di salvegera murafeaya dîrokî ya Serok Mam Celal de peyamek belav kir û ragihand: Tomara têkoşîna Serok Mam Celal tijî ye ji murafeayan ji bo Kurdistanê û beşek ji xebata wî ji bo selmandina Kurdistanîbûna Kerkûkê de bûye.

Rifet Ebdulah, Cîgirê Serokê YNKê, îro Duşem 9/2/2026 di peyamekê de ragihand: Bi şanazî ve salvegera murafeya dîrokî ya Serok Mam Celal dikin ku wek parêzerekî biezmûn, di nav Encumena Hikim de bi nexşe û balgeyên dîrokî yên kurdistanîbûna Kerkûkê ji bo her kesî selmand.
Her wiha diyar kir: Tomara têkoşîna Serok Mam Celal tijî ye ji murafeyan ji bo Kurdistanê û beşek ji xebata wî ji bo selmandina Kurdistanîbûna Kerkûkê de bûye, murafeaya Meclîsa Hikûm jî wîstgeyeke geşe di xebata pêşkeftinxwazane ya Mam Celalê rêberê me de.
Amaje bi wê jî kir: Piştî 22 salan ji wê bûyera dîrokî, pêwîste em bi rêya parêzerê murafeaya Kerkûkê de gavan bihavêjin û endîşe û bîra siyasî ya Mam Celal bikin nexşeya çareseriya destûrî û demokratîk a kêşeyan.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket