Heyva Sor: Nêzî 100 birîndar ji Şêxmeqsûd hatin derxistin

Kurdistan 05:48 PM - 2026-01-11
Hevserokê Heyva Sor ya Kurd Dilgeş Îsa ANHA

Hevserokê Heyva Sor ya Kurd Dilgeş Îsa

Heyva Sor ya Kurd ragihand ku vê sibehê nêzî 100 birîndar ji taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê ber bi Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê derxistine û got:Hîna peywendî berdewam in, eger zanyariyên rast li ser birîndarên din hebin, dê werin derxistin.

Hevserokê Heyva Sor ya Kurd Dilgeş Îsa ragihand ku di encama hemahengiya hevbeş ya bi Xaç Sor û Heyva Sor ya Erebî ya Sûriyê de tîmên pizîşkî duh nêzî 100 birîndarên leşker û sivîl ji taxa Şêxmeqsûdê derxistin.

Îsa anî aşkere kir ku ji 10 ambulacên Heyva Sor ya Erebî ya Sûriyê Xaça Sor û 7 basên şêniyên taxê pêk tê, nêzî demjimêr 03.30 berbanga îro, gihîşt bajarê Dêr Hafirê û nexweş li nexweşxaneyên kantonên Tebqa û Reqa û bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê hatin belavkirin.
Îsa anî got: Derbarê komkirina zanyariyan li ser birîndaran hîna tên kirin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket