Qubad Talebanî: Tawana şehîdkirina Ako Sabîr bê siza namîne

Kurdistan 01:53 PM - 2025-12-13
Qubad Talebanî, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê PUKMEDIA

Qubad Talebanî, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî nameyek sersaxiyê ji malbata Ako Sabîr, karmendê Asayîşê re şand ku Ew îro piştî birîndarbûnê şehîd bû û tekez jî kir ku,em ji her kesî re piştrast dikin ku ev tawana hovane bê siza namîne û tawanbarên girtî dê sizayê xwe yê yasayî werbigirin.

Naveroka Daxuyaniya Qubad Talebanî:

Bi xemgîniyeke mezin, Birêz Ako Sabir, karmendekî dilsoz yê hêzên asayîşê ku duh dema ku ji bo alîkariya mexdûrên lehiyê li Çemçemalê erkdar bûn, bi du hevalên xwe yên din re rastî gulebaranê hat û birîndar bû, ji ber birînên xwe yên giran îro li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da û tevlî karwana şehîdan bû.

Ez sersaxiyên xwe yên germ ji malbata şehîd Ako û hemû hevalên wî yên di hêzên asayîşê, gelê Çemçemalê û tevahiya Kurdistanê re dixwazim û em ji her kesî re piştrast dikin ku ev tawana hovane bê siza namîne û tawanbarên hatine girtin dê sizayên xwe yê yasayî werbigirin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket