Ji bo çareseriya Pirsa Kurd çend mercên Ocalan ji bo Turkiye hene

Kurdistan 10:55 AM - 2025-12-13
Zîndana Îmralî Yeni Çag

Zîndana Îmralî

Ebdula Ocalan Rêberê Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ji bo çareserkirina pirsa Kurd li Turkiye û li Rojavayê Kurdistanê çend mercan dide pêş hikûmeta Turkiye.

Li gorî nivîsek e Saygı Öztürk nivîskarekî Malpera (Yeni Çag) ya Turkî, Ebdula Ocalan Rêberê Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) Daxwaza beşek ji dahata petrolê dike.

Têde hatiye ku; Ocalan dixwaze Turkiye derbasî sîstema Rêveberiya Herêmî bibe û divê beşek ji petrola ku Li Çiyayê Gebarê û çend deverên din tên derxistin û kareba ku li Başûrê Rojhilatê Turkiyê tê hilberandin ji rêveberiyên herêmî re were veqetandin.

Di demên dawî de, komîsyona ku li Parlemana Turkiye hatiye damezrandin çû Girava Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinek pêk anî.

Her çend beşek ji civînê ji endamên din yên partîyê yên di komîsyona parlemanê de û raya giştî re hat eşkerekirin jî, agahdariya li ser tevahiya civînê ne hat parvekirin.

Nebûna zanyariyên li ser tevahiya civînê di raya giştî de bertekek mezin çêkir, di heman demê de, li ser daxwazên ku Ocalan di dema civînê de pêşkêş kirin nivîsand.

Ocalan:Divê li bajaran Kurdan perwerde bi zimanê Kurdî bê dayîn

Her weha Ocalan,daxwaz kiriye ku li hindek herêman, perwerde bi zimanê dayikê were dayîn.

Ocalan:Eger HSD wek serbaz jî nemîneî dive ew ewk polîs bimînin

Saygı Öztürk aşkere kiriye ku Ocalan li dijî danîna çekan ji aliyê Hêzên Sûriye Demokratîk (HSD) ve ye,û ew pêşniyar dike ku her çende eger Hêzên Sûriye Demokratîk (HSD) wek leşker nemînin divê ew wek polîs hebin.

Ocalan:Divê peyva Kurd li kêleka peyva Kurd di destûrê de bê danan

Serokê PKKê dixwaze peyva "Kurd" li kêleka peyva "Turk" di destûrê de were zêdekirin.

Ocalan:Divê madeya 66 destûra Turkiyê bê guhertin

Ji aliyekî din ve, Ocalan guhertinekê li ser madeya 66 ya Destûrê dixwaze ku ew made weha ye:"Her kesê ku bi hemwelatîbûnê bi neteweya Turk ve girêdayî ye, Turk e."

Ocalan:Divê beşek ji dahatên petrol û karebayê ji bo deverên Kurdî bin

Ocalan daxwazên xwe yên comerd berdewam dike, daxwaza cî bi cîkirina Peymana Xweseriya Herêmî ya Ewropî û xurtkirina rêveberiyên herêmî dike, ew di heman demê de dixwaze ku beşek ji dahata petrolê ji van rêveberiyên herêmî re were veguheztin.

Her weha Ocalan dixwaze ku beşek ji petrola ku yê li Çiyayên Gabarê û çend deverên tên derxistin ji rêveberiyên herêmên Kurdî re were dayîn.

Ji aliyekî din ve Ocalan dixwaze ku beşek ji dahatên kareba ku ji bendavên li Başûrê Rojhilatê Turkiyê (Bakurê Kurdistan) tê hilberandin ji bo rêvberiyên herêmî ya li wir were dayîn.

Ocalan:Divê Lêborînek Giştî ji bo endamên PKKê bê derxistin

Di dawiyê de jî Ocalan daxwaz Lêborînek Giştî ji endamên PKKê re û dabînkirina kar ji BO wan , û rakirina astengiyên li pêşiya çalakiyên wan yên siyasî dike.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket