Karê Mîsyona Neteweyên Yekbûyî li Îraqê bi dawî tê
Êraq 01:00 PM - 2025-12-13
Medya
Alayên Îraq û Neteweyên Yekbûyî
Mihemed
Hesen, Nûnerê Taybet yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ji bo Îraqê û
Serokê Mîsyona Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî li Iraqê (UNAMI), ragihand ku,
karê nûnertiya wan li Îraqê dê di 31ê Kanûna Pêşîn ya 2025an de bi dawî bibe.
Mihemed Hesen di hevpeyvînekê de ragihand ku UNAMI li ser daxwaza
hikûmeta Îraqê dest bi karê xwe li welêt kiriye, û dawî li karê xwe li ser
daxwaza Îraqê bûye.
Her weha aşkere kir ku, Neteweyên Yekbûyî rêzê li daxwazên welatên ku mêvandariya
mîsyonên wê dikin digire, bi bêyî razîbûn û dilxwaziya welatê mêvandar, tu
mîsyon nikare karê xwe bike.
Nûnerê Neteweyên Yekbûyî amaje bi wê yekê dike ku, Îraqî ji du dehsalan zêdetir e ku mêvandariya
me kiriye,her çende ew kar giran bû, lê wan dît ku mîsyona UNAMI armancên xwe
bi dest xistiye, û niha dem hatibû ku ew jî, mîna welatên cîhanê, biryarên xwe
bidin.
Mihemed Hesen
got, "Karê nûnertiyê bi serkeftî qediya ye û tenê sê dozên têkildarî şerê
Kuweytê nehatine çareserkirin ku ev yek kesên ku li Kuweytê winda bûne,
digel welatiyên welatên sêyemîn yên ku di dema şer de winda bûne, û dozên
têkildarî milkê Kuweytê û Arşîvên Neteweyî yên Kuweytê jî di nav xwe de digire.
Derbarê roja
bi dawî hatina erkê nûnerayet Hesen got:Îro merasîm dê îro li ser daxwaza Îraqê
were lidarxistin, lê emê heya 31ê Kanûna Pêşîn a 2025an xebata xwe bidomînin.
Hevdem li gorî nûçeyek ajansa Îraqî, îro Sekreterê Giştî yê Neteweyên
Yekbûyî Antonio Guterres biryar e ji bo beşdarbûna merasîma bidawîkirina
mîsyona Neteweyên Yekbûyî bigihêje Îraqê û beşdarî merasîma bi dawîhatina karên
Mîsyona Neteweyên Yekbûyî bibe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Hevxemiya Serok Bafil bo koça dawî Lîwa Cemal Enwer Ebdulezîz
03:49 PM - 2026-03-29 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
03:20 PM - 2026-03-29 -
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
10:10 PM - 2026-03-28 -
Tengava Hormuz bo tankerên derbasbûna petrola Taylandê tê vekirin
10:18 AM - 2026-03-28
zêdetir tamaşe bike
Ji ber êrîşên li ser Herêmê dibistan dîsa hatin rawestandin
11:15 AM - 2026-03-29
Hemû bendavên Herêma Kurdistanê nêzîkî serrêj bûne
10:54 AM - 2026-03-29
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
08:15 PM - 2026-03-28
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
06:23 PM - 2026-03-28
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
Kurdistan 08:15 PM - 2026-03-28 -
Şer derbazî du heyvan dibe û deriyê dîplomasiyê vekiriye
Kurdistan 05:56 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 06:23 PM - 2026-03-28 -
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 10:10 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî: Divê ragihandina YNKê deng û peyama gel be
Kurdistan 02:40 PM - 2026-03-29 -
Fraksyona YNKê beşdarî rûniştina Hilbijartina Serokkomar dibe
Kurdistan 01:57 PM - 2026-03-28 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
Kurdistan 03:20 PM - 2026-03-29 -
Hevxemiya Serok Bafil bo koça dawî Lîwa Cemal Enwer Ebdulezîz
Kurdistan 03:49 PM - 2026-03-29






Aplîkêşin

