Serok Bafil: Fermandar Akam jiyana xwe ji bo serfiraziya gelê me feda kir

Kurdistan 10:38 AM - 2025-12-12
Serok Bafil di merasîma salvegera şehadeta Fermandar Akam de Arşîva PUKMEDIA

Serok Bafil di merasîma salvegera şehadeta Fermandar Akam de

Bafil Celal Talebanî, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), bi boneya sêyemîn salvegera şehadeta Fermandar Ekem Omer peyamek weşand û ragihand ku,Fermandar Akem canê xwe ji bo serfiraziya gelê me feda kir û dîrokeke serbilind tomar kir û got:Werin em ji qurbaniyên wî re dilsoz bin û bernameyên wî bi dilsozî bicîh bînin.

Naveroka peyamê:

Em bi serbilindî sêyemîn salvegera şehadeta Fermandar Akam Omer, fermandarê Hêzên Komando yên Kurdistanê bilind radigirin, û bîranîna wî wê her û her bi me re zindî bimîne, Fermandar Akam di temenê xwe yê ciwan de ji bo serfiraziya gelê me canê xwe feda kir û dîrokek bi rûmet nivîsand.

Em soz didin ku emê ji qurbaniyên wî re dilsoz bin û tiştê ku wî plan kiriye bi dilsozî pêk bînin.
Silav li ser giyanê Birêz Akam û hevalên wî û hemû şehîdên Kurdistanê be.

Bafil Celal Talebanî

Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket