MAM LI ŞAM (46)
Nêrîn 11:17 AM - 2023-12-10
(Bi Qur’an Mam Celal bûye serok..!!)
Elî Şemdîn
Nûçeya hilbijartina Mam Celal wek serokê îraqa fedralî di
(6.4.2005)‘de, ciyê dilxweşî û şehnaziya her kurdekî resen bû li seranserê
cîhanê, ji ber ku ew yekem serok bû bi şêweyê dîmoqratî hatiye hilbijartin di
dîroka îraqê de, û yekem kesayetiya kurdî ye ku vî postê bilind û payedar
werdigire wek nûnerê pêkhateya kurdî di dewleteke giring de mîna dewleta îraqê,
ev ji bilî ku Mam Celal bi xwe jî giringiyeke zêdetir dabû vî postî bi riya
ezmûna xwe ya zengîn û bi saya kesayetiya xwe ya karêzmî, û pêwendiyên xwe yên
berfireh û şehrezatiya xwe ya bilin di hemî biwaran de, û vê buyerê guhertineke
dîrokî kiribû şêweyê xebata miletê kurdî de, û pirsa wî ya netewî jî xistibû
bin roniyê de..
Bi rastî ev buyera dîrokî ya giring, çendî ciyê guhdana
navdewletî û herêmî û navxweyî bû, ewqasî jî çavê beşekî giring ji civaka sûrî
ber bi xwe ve kişandibû, û pêwendiyeke wan xelkan ya kûr ji hevaltî û heskirinê
hebû li gel Mam Celal ku ew pêwendî hatibûne avakirin çaxê ku Mam li Şam bû.
Ev ji bilî ku civaka kurdî li sûriya, û bi taybet hevalên
partiya demoqrata pêşverû ya kurdî li sûriya û cemawerê wê yê berfireh bi
lîlandin pêşwazî kirin li nûçeya serkeftina Mam Celal û hilbijartina wî wek
serok komar ji dewleta îraqê re, û aheng û dîlan jî hatin lidarxistin bi vê
boneya dîrokî, û ji wan ahengên ku wê çaxê hatin li darxistin bi vê boneyê,
ahenga li pêşiya xaniyê Mam Celal bû, , ku dikete taxa (Mezre‘a), li paytexta
sûrî (Şam), û xelkeke pir û komelek şandên siyasî û kultûrî û bi hemî rengê xwe
yên netewî û olî û siyasî ve beşdarî vê ahengê bûbûn, û di dîdareke rojnamevanî
de ku rojnamevan (Ibrahîm Hac Ebdê), li gel ektera sûrî (Necah Hefîz),
sazkiribû, çimkî Necah Hefîz bi xwe jî beşdarî vê ahengê bûbû ji ber ku ew yek
ji xelkên wê avahiyê bû ku mala Mam Celal bi xwe jî têde bû, û di vê derbarê de
Necah Hefîz dibêje: (Min hest bi şehnaziyê dikir, û ez gelekî asûde û dilxweş
bûm çaxê ku min bihîst Mam Celal bû serokê îraqê, ew bi xwe cîranê min bû û
vaye bû serok, bê goman ev yek ciyê şehnazî û dilxweşiya mine..), û di derbarê
serdana Mam Celal ya yekem de ku bi fermî hatibû Şamê wek serokê îraqê, ektera
sûrî Necah Hefîz bi mixabinî dibêje: (Di serdana Mam Celal ya dawî de bo
sûriya, min nikarî bû ez wî bi şêweyî pêwîst pêşwazî bikim, min di xwest ez
pêşiya dergihê avahiyê bi gulan bi xemilênim û rêz bikim, û ez zarokê taxê
tevan bînim ku gulan pêşkêşî cenabê wî bikin wekû derbirîneke rasteqîne ji
hezkirina me jêre, lê mijûlbûna wî ya gelek û pirogiramê serdana wî ya himbiz,
û paswanên wî ku dora wî girtibûn û çavdêriya hertiştekî piçûk û mezin dikirin,
herwiha rê û resmê fermî ku serdana wî dorpêç kiribû, ev tev bûbûne rêgir li
pêşiya me ku em wî bi şêweyekî pêwîst û şayiste pêşwazî bikin çaxê ku serdana
mala xwe kir..).
Bê goman rûdana buyerekê mîna vê buyera dîrokî weke xewnekê
bû li cem nifşên berê ji miletê me, û vaye ew xewin hate dîtin li ser erdê bi
saya xebata vî miletî û qurbaniyên wî yên pîroz, û xweştirîn nûkte di vî warî
de hatiye gotin, ewe ku gundiyekî kurd li sûriya hebû, ew jî Ibrahîmê Gewrê bû,
ku naskirî bû bi henekê xwe, û wê çaxê ew nexweş bû bi nexweşiya penceşêrê, û
li ber mirinê bû, û piştî wî jî bihîst bû ku Mam Celal bûye serok komarê îraqê,
wî berê xwe dabû xelkê civatê ku wê şevê li cem wî civiya bûn ji bo ku êşa wî
bidin jibîr kirin, û dilê wî xweş kirin û ji xwedê dixwestin wî ji nexweşiya wî
rizgar bike, lê Ibrahîmê Gewrê weke hercar xwest civatê ji wê rewşa xemgîn
derxe û dilê wan xweş bike, ji nişkave ji wan re got: (Xwe gelekî bi nexweşiya min
ve mijûl nekin, mirin rastiyeke kes jê rizgar nabe, û dizanim ku ez dimrim îro
be yan sibe, lê ez daxwaziyekê ji we dixwazim, ew jî ewe çaxê ez bimirin hûn
quranekê bi min re têxin gorê de..), beşdarên civatê tev matmayî man ji vê
daxwaza wî, û bîrkirin ku ew ne li hişe û ew ji ber êşa xwe nizanê çi dibêje,
lê Ibrahîmê Gewrê axaftina xwe berdewam kir û got: (Hûn dizanin çima ez vê
daxwaziyê ji we dikim? Ji ber ku ez dizanim hûnê min di goristana gund’de
veşêrin ku miriyên wê hemî dost û meriv û hevalên minin, ew jî wê werin dora
min û wê yekser ji min bi pirsin: Çi li wê dinyayê hebû? û te çi nûçe ji wê
diniyayê ji mere bi xwere anîne? ji xwe ezê ji wan re bibêjim ku Mam Celal bûye
serokê îraqê, bê goman miriyên wê goristanê gotina min bawer nakin û wê min
derewîn derbixin, wê çaxê divê quranek li berdestê min hebe ez pê sûnd bixwim
ku ev nûçeya ez ji wan re dibêjim raste û ne derewe..), êdî tevan mebesta
çîroka wî naskirin û têgihiştin û keniyan, û ji wê etmosfêra xemgîniyê ku têde
bûn derketin.
Bê goman ev çîroka sade bi şêweyê xwe, û zengîn bi naverûka
xwe, rastiyekê nîşan dide ku pêştir mîna xewnekê bû ta berwara (6.4.2005), û
qet kesî bawer nedikir ku ev xewin rûbide û were dîtin, û em bibînin kurdek
dibe serok komarê îraqa fîdral, lê vaye vê xewnê rûda di kesayetiya Mam Celal
de ku wî bi xwe jî ev kursî mezin kir bi karê xwe yê serkeftî û bû pireke
hevbeş di navbera hemî pêkhateyên miletê îraqê de, û bû konekî berfireh hemî
aliyên nakok di bin de kom bûn û civiyan, bi hemî rengên xwe yê netewî û olî û
fikrî ve, û ev postê serokatiya îraqê bi rola Mam Celal ya karîger mezintir bû,
ev rola ku Elî Sîstanî bi xwe nav lê kiribû (Semam El‘eman), û mezintirîn û
diyartirîn nîşan ji vê rola karîger re ku Mam Celal pê radibû wek serok komar,
ev valahiye kûre ku bi çûna xwe li şûna xwe hiştiye, ku êdî deriyên îraqê û
kurdistanê dîsan li ber hemî nakokiyên navxweyî û derekî vebe, û ev yek bi xwe
bû ku serok Nêçîrvan Berzanî dûpat kiribû di kongireyekî rojnamevanî de, ku di
(13.3.2014)‘de, li Hewlêr li darxistibû, û têde li ser rola Mam Celal gotibû:
(Nemana cenabê Mam Celal, û bi taybet di vê qonaxê de, bandoreke wî diyar hebû
di rûdana gelek kêşe û astengiyan de, nexasim di navbera herêma kurdistanê û
hikûmeta fîdralî de, û di navbera pêkhatiyên siyasî yên dinê di meydana siyasî
de li îraqê, ji ber ku rola fexameta serok Talbanî û hebûna wî bi xwe mîna
cemserekî bû aliyên siyasî li îraqê bi hemî nerîn û rengên xwe ve li dora xwe
kom dikirin û nêzîkî hev dikirin..).
PUKMEDIA
zêtir bibînin
-
Emê zêdetir hevkariya Iraq û Herêma Kurdistanê bikin
05:33 PM - 2024-04-27 -
Êrîşa balafirên bêmirov ên Kormorê bû sedema bertekên navneteweyî
10:56 AM - 2024-04-27 -
Talebanî : Bi siyaseta Deste Gul a Mam têkoşînê bidomînin
10:42 PM - 2024-04-26 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
11:15 AM - 2024-04-26
zortrin xwendraw
-
Êrîşa balafirên bêmirov ên Kormorê bû sedema bertekên navneteweyî
Kurdistan 10:56 AM - 2024-04-27 -
Emê zêdetir hevkariya Iraq û Herêma Kurdistanê bikin
Kurdistan 05:33 PM - 2024-04-27 -
Du şandên Herêma Kurdistanê û Iraqê dê serdana Kormorê bikin
Kurdistan 12:59 PM - 2024-04-27 -
Îmarat: Êrîşa li ser Kormorê teror û binpêkirineke navdewletî ye
Kurdistan 06:07 PM - 2024-04-27 -
Yemen navên kuştî û birîndarên li qada Kormorê eşkere kir
Kurdistan 07:53 PM - 2024-04-27