Kerkûk nasnameya Kurdbûnê ye
Nêrîn 03:45 PM - 2023-12-09
Ev çend rojin bangeşeya hilbijartina parêzgar û encûmenên parêzgehan li Êraqê bi giştî destpê kiriye, lê ya ku bala mirov dikşîne hevrikiya mezin ya vê bangeşeyê (propagandeya hilbijartinê) li bajarê Kerkûkê birêve diçe ku têde (Kurd û Ereb û Tirkuman) hevrikiyeke xurt dikin ji bo bidest xistina erkê parêzgar (waliyê) wî bajarî û endamên encûmena parêzgehê.
Bi dirêjahiya dîrokê plan li ser bajarê kerkûkê berdewam bûne û dijminan her xwestiye nasnameya wê biguherin û wê ji kurdbûnê û ji kurdistanîbûna wê derxin. Lê kurdên bajarê Kerkûkê li berxwe dan û rê nedan dijminan û nehezan nasnameya wan bê guhertin, bi saya serê rewşenbîr û wêjevan û helbestvan û şoreşgerên şoreşa nû ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ew bajarê dîrokî ji te`rîbê û Tetrîkê û Tefrîsê hate parastin û heta roja îro ew bajar liberxwe dide kurdbûna xwe diparêze.
Her çiqas ez bi xwe xelkê bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê me û îro Efrîna me di bin dagîrkeriyê de ye û bi Te`rîbê û Tetrîkê re rû bi rû ye, lê ez bi coşa bangeşeya hilbijartinê û ruhê kurdbûnê ya xelkê Kurd li Kerkûkê ya ku hizba rewanşad Mam Celal Talebanî (Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê) bi serokatiya kurê wî Bafil Celal Talebanî tê meşandin birasît coşekê dide min jî û hemû kurdên herçar parçeyên Kurdistanê di wê baweriyê de ne ku Kerkûk wê li hember hemû êriş û planên dijminan û nehezan wê biserkeve. Her weha ez di wê baweriyê de me jî ku Efrîn û Serêkaniyê jî wê vegerin hembêza gelê Kurd.
Bi dîtina min bi serkeftina Kerkûkê û derxistina wî bajarî ji destên erebên şofînî, Kurdistanîbûna Kerkûkê wê were parastinê, her weha wek rewanşad serok Mam Celal gotibû, "Kerkûk Qudsa Kurdistanê yê" wate çawa Filistîn bê Quds nabe Filistîn her weha Kurdistan jî bê Kerkûk nabe Kurdistan. Divê em hemû Kurd piştevaniya xelkê Kerkûkê bikin daku biserkevin. Her weha Serokê YNK`ê Bafil Celal Talebanî jî tekez li wê yekê dike û dibêje; "Me Kerkûk di dilê xwe de hilgirtiye û xeta sore li ba me û çawa me Kerkûk ji DAIŞ`ê parast vê carê jî emê bi dengdanê Kerkûkê ji te`rîbê biparêzin."
Kerkûkê gelek qurbanî dan heta ku kurdbûna xwe parastin û heya roja îro jî dide li hember zevtkirina erd û zeviyên wan û dixwazin ji kurdistanîbûnê dûrxînin her çend Kurd bi biratiyê û pêkvejiyanê bang dikin lê şofînîstên ereb wê yekê red dikin. Îro bi dengê xwe û çûyîna ser sindoqên dengdanê û bi awayekî demokratîk ewê biser bikevin û Kerkûkê vegerînin hembêza Kurdistanê.
Nivîs: Dawûd Çîçek
9/12/2023 Silêmanî
XELAT
zêtir bibînin
-
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
01:58 PM - 2026-06-26
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27



Aplîkêşin

