Qubad Talebanî: YNK di asta navneteweyî de pêgehek bihêz heye
YNK 06:28 PM - 2026-06-08
Ragihandina Qubad Talebanî
Civîna Qubad Talebanî bi berpirs û endamên malbenda Helebce
Berpirsê mekteba sekretariyeta Serok Mam Celal Qubad Talebanî, di
serdana xwe ya parêzgeha Helebce de bi berpirs û endamên nû yên encumena malbenda
Helebce ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) re civiya.
Di destpêka civîna ku di îro 8ê Hezîranê 2026an de pêk hat de, Qubad
Talebanî pîrozbahî li berpirs û endamên nû yên encumena malbendê kir û hêvî xwest
ku ev tîma nû bikaribe peywendiyên xurtir bi niştecihên Helebçeyê re biafirîne
û malbendê bikin mala hemû çîn û tex û deng û daxwaziyên gel bighînin aliyên
peywendîdar.
Di beşek din ya civînê de, Qubad Talebanî bal kişand ser
rewş û pêgeha niha ya YNKê û got: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi
serokatiya Serok Bafil Celal Talebanî li ser astê Kurdistan, Îraq û navneteweyî
e jî pêgehek bihêz bi dest xistiye û roj li dûv rojê bihêztir dibe û zêdetir
hisab bo siyset û helwesta YNKê tê kirin.
Her di vê çarçoveyê de, serokê mekteba Sekreteriyê ya Serok
Mam Celal pêwîst dît ku organ û rêxistinên YNKê rêbazên xebata xwe li gorî vê
rewşa nû biguncînin û ji her demê bêtir bikevin nav gel, ji ber ku YNKê hêz, pêgeh
û şiyana xwe ya ji gelê Kurd digire, her ku pêgeha YNKê di nav gel de xurtir
bibe, ew qas dikare îradeya gel li ser asta Kurdistan, Îraq û navendên
navneteweyî baştir temsîl bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Vans: Di demeke nêzîk de bi Îranê dighêjin lihevkirinekê
11:30 AM - 2026-06-10 -
12 sal bi ser dagirkirina Mûsilê re derbas bûn
10:10 AM - 2026-06-10 -
Êrîşên Rûsya û Ukraynayê berdewamin û bi dehan qurbanî hene
05:15 PM - 2026-06-09 -
Îraqê 145 haletên vegirtina taya xwînberbûnê tomarkirine
03:28 PM - 2026-06-09
zêdetir tamaşe bike
Çima Trump peymana bi Îranê re 37 caran dubare kir?
04:23 PM - 2026-06-10
NY:138 Milyon zarok hîna jî qurbaniyên kar in
03:17 PM - 2026-06-10
Siyamend Efrînî:Koçberên Kurd û yên din jî dê vegerin warên xwe
02:29 PM - 2026-06-10
Karwana heştemîn a koçberên Efrînî dest bi vegerê kirin
10:59 AM - 2026-06-10
zortrin xwendraw
-
Qubad Talebanî:Divê Herêm û Bexda bi hevre hevkar bin
Kurdistan 05:56 PM - 2026-06-10 -
NY:138 Milyon zarok hîna jî qurbaniyên kar in
Cîhan 03:17 PM - 2026-06-10 -
Siyamend Efrînî:Koçberên Kurd û yên din jî dê vegerin warên xwe
Kurdistan 02:29 PM - 2026-06-10 -
Çima Trump peymana bi Îranê re 37 caran dubare kir?
Cîhan 04:23 PM - 2026-06-10 -
Qubad Talebanî û Alicia Rico: Divê Herêm û Îraq bi hevra hevkar bin
Kurdistan 05:30 PM - 2026-06-09 -
12 sal bi ser dagirkirina Mûsilê re derbas bûn
Êraq 10:10 AM - 2026-06-10 -
Karwana heştemîn a koçberên Efrînî dest bi vegerê kirin
Kurdistan 10:59 AM - 2026-06-10 -
Vans: Di demeke nêzîk de bi Îranê dighêjin lihevkirinekê
Cîhan 11:30 AM - 2026-06-10



.jpg)

.jpg)
Aplîkêşin

