Siyamend Efrînî:Koçberên Kurd û yên din jî dê vegerin warên xwe
Kurdistan 02:29 PM - 2026-06-10
Medya
Emîd Mehmûd Xelîl Siyamend Efrînî Cîgirê Fermandarê Hêzên Ewlekariya Navxwe (Asayîş) li Parêzgeha Hesekê
Piştî vegera
kerwana heştemîn ya koçberên Efrînî ku hezar û 700 malbat bûn, ji bajarên Qamîşlo, Girkê Lekê û DêrikêCîgirê Fermandarê Hêzên
Ewlekariya Navxwe (Asayîş) li Parêzgeha Hesekê ragihand ew spasiya hemû aliyên
peywendîdar dikin ji bo hevkarî û hêsankirina dosyaya veger koçberan.
Emîd Mehmûd
Xelîl (Siyamend Efrînî), Cîgirê Fermandarê Hêzên Ewlekariya Navxwe (Asayîş) li
Parêzgeha Hesekê ragihand ku bi çûyîna koma heştemîn û dawî ya niştecihên Efrîn
yên koçber di riya vegerê de bo malên xwe,û piştî vegera 8 hezar û 720 malbatan
dema ku nêzîkî hezar û 300 malbat mane, em îro di qonaxek dîrokî de ne, ku yek
ji beşên herî bi êş ên koçberiyê yên ku xelkê Efrîn nêzîkî neh salan kişandiye
digirin,ji bo malbatên mayî, vegera wan dê ji hêla rayedarên peywendîdar ve
were hêsankirin gava ku zarokên wan sala xwendina bi dawî bikin û erkên xwe yên
heyî bicîh bînin, li gorî pabendbûna ji bo misogerkirina vegera hemî koçberan
bo malên xwe.
Efrîn got:Bi vê boneyê em spasiya û dilsoziyên birêz Serok Ehmed El-Şereh
û Fermandarê Hêzên Sûriye Demokratîk General Mezlûm Ebdî dikin, ji bo rola wan ya
girîng û mijûlbûna wan ya rasterast di şopandina cî bi cîkirina peymanê û
temamkirina dosyaya vegera koçberên Efrîn û hewldanên wan yên girîng beşdarî
derbazkirina astengiyan û misogerkirina serkeftina vê hewldana mirovî û
neteweyî bûn.
Her wiha em spasiya Nûnerê
Serokkomar yê ku bi şopandina vê mijarê hatiye erkdarkirin dikin, û hêvî dikin
ku vegera xelkê Efrînê dê bibe destpêk ya vegera hemû koçberên Sûrî ji bo malên
xwe û aramî û aştiya sivîl li seranserê Sûriyê xurt bike.
Siymaned Efrînî got:Em spasiya xwe ya kûr ji bo xelkê herêma Cezîre û
Firatê dikin ji bo ku di salên koçberiyê de xelkê Efrîn kirin hembêz û ji bo
Hêzên Ewlekariya Hundirîn li parêzgeha Hesekê, Hêzên Ewlekariya Giştî li
parêzgeha Helebê, rêveberiya herêma Efrîn, tîmên pijîşkî û xizmetguzariyê, û
rêxistinên mirovî ku ji destpêka koçberiyê ve û heta vegera wan bo malên xwe
roleke girîng di piştgirî û alîkariya xelkê de lîstine, û spasiya her kesê ku
beşdarî rêxistinkirin, ewlekirin û parastina karwanên vegerê û serkeftina vê
dosyayê bi giyanek berpirsiyarî û hevkariyê bû dikin.
Temamkirina
vegera kesên koçber ji bo Efrînê pêngaveke girîng e ber bi xurtkirina aramiyê,
aştiya sivîl û avakirina baweriyê di navbera welatiyên Sûriyê de û ev vegera girêdana xelkê Efrîn bi ax û
nasnameya xwe nîşan dide, û asoyên nû ji bo vejîn û avakirina Sûriyeyek e bi ewle
û aram vedike ku hemû welatiyên wê hembêz bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

